Rewşa Çakir ê bi guleya polîsan birîndar bû, giran e
Rewşa tenduristiyê ya Iyeç Çakir, ku li Wanê ji ber gulereşandina polîsên Tirk birîndar bû, giran e.
Rewşa tenduristiyê ya Iyeç Çakir, ku li Wanê ji ber gulereşandina polîsên Tirk birîndar bû, giran e.
Iyeç Çakir (25), dema ji navçeya Payîzava ya Wanê bi wesayîta xwe diçû mala xwe ya li gunde Saçan ê navçeya Elbakê, bû hedefa guleyên polîsên Tirk. Di encama gulereşandinê de Iyeç bi giranî birîndar bû.
Piştî ku bi guleya li serî ket bi giranî birîndar bû, Çakir rakirin Nexweşxaneya Lokman Hekîm. Tedawiya Çakir li servîsa lezgîn a vê nexweşxaneye dewam dike.
Rewşa tenduristiya Çakir hê jî giran e û xizmên wî li ber nexweşxaneyê ne.