Rêveberiya Xweser ji bo nûnerê Hewlêrê daxuyanî xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo nûnerê Hewlêrê ku 10'ê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê hatî destgîrkirin ji PDK'ê xwest ku daxuyanî bide.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî got, ''Hêzên PDK'ê endamên PYD'ê Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê ku 10'ê Hezîranê revandibûn 29'ê Tîrmehê berdan. Nûnerê Hewlêrê yê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen ku bi Xelîl û Mistê re hatî girtin nehate berdan.''

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku PDK daxuyanî bide bê ka çima Cîhad Hesen nehatiye berdan û xwest ku bi lezgînî were berdan.