Rêveberêya Kobanê li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da

Ji bo şermezarkirina ketina artêşa Tirk di nava axa Kantona Kobanê û dagirkirina bajarê Cerebulsê, Rêveberêya Xweserêya Demokratîk daxuyeniyek da çapemeniyê.

Rêveberêya Xweserêya Demokratîk a Kantona Kobanê ketina artêşa Tirk di nava axa Kantona Kobanê û dagirkirina bajarê Cerebulsê şermezar kir û got: “Armanca dewleta Tirk pirojeya Sîstema Ferdraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye ye.”

Daxuyanî li konê şermezarkirinê yê ku li nêzî Deriyê Sînoer ê Murşitpinar ê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hatiye vedan, bi beşdarêya Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim û cîgirên wî Xalid Berkel û Bêrîvan Hesekê û gelek serokên desteyan daxuyanî ji aliyê Seroka Desteya Perwerdehiyê Nisrîn Kenan ve hat xwendin.

Seroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Nisrîn Kenan wiha got: “ Tê zanîn ku dewleta Tirk barêgeha serke ya destek dayîna terorîstan e û bi rêya wê re terorîst ji bo ku şerê gelê Rojava bikin û pêşî li serkeftinên wê bigre, derbasî Rojava dibin. Bajarê Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li hember hêzên tarî yên dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê nîşan da û li hember kiryarên li dijî mirovahiyê rawestiye, bala hemû cîhanê kişand.”

Nesrîn Kenan diyarkir ku armanca artêşa Tirk ji dagirkirina Cereblusê derbkirina pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriye, gelê Sûriye û yekîtiya gelan a ku bi wê bajarê Minbicê hat rizgarkirin e û wiha pê de çû:   “ Piştî dagirkirina Cerbluslê, deswerdana Rojva Cizîr, Efrîn û herî dawiyê Kobanê, niyetên dewleta Tirk eşkere bû.Armanc ji vê destwerdanê derbkirina şoreşa Rojava û pirojeya wê ya demokratîk a ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê pejirandineye.”

Kenan ev destwerdana dewleta Tirk weke metirsiyekî meizin nîşan da û wiha anî ziman: “ Dewleta Tirk bi piştgirtdayîna komên çete û guhertina wan bi çeteyên DAIŞ`ê hemû yaseyên navnetewî binpê kirin.Dewleta Tirk destwerdan û êrîşkariya xwe ya dubere li ser Bakurê Sûriye, sînorê Kantona Kobanê û derbkirina pirojeya demokratîk a Fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya nûnertiya daxwazên hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Tirkmen û her wekî din, dike, didomîne.”

Seroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Nisrîn Kenan binpêkirin û êrîşkariya dewleta Tirk a li dijî hemû pêkhateyên gelê herêmê şermezar kir û ji bo rawestandina binpêkirina dewleta Tirk li dijî axa Kantona Kobanê banga destwedana lezgîn li civaka navnetewî kir.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Kobanê ‘û ‘Bijî Serok Apo’, bi dawî bû.