Rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin

Rêveberên DBP'ê yên navçeya Tetwanê Îrfan Yalçinkaya û Salîh Gonerî, Rêveberê HDP'ê yê navçeya Motkiyê Seyît Bîrlîk hatin girtin.

Rêveberên DBP'ê yên navçeya Tetwanê Îrfan Yalçinkaya û Salîh Gonerî, Rêveberê HDP'ê yê navçeya Motkiyê Seyît Bîrlîk, ku beriya niha bi 10 rojan di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, duh êvarê ji emniyetê birin Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê.

Dozgeriya Tirk jî bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir. Dadgeha Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" biryara girtina Yalçinkaya, Gonerî û Bîrlîk da û ew xist Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.