Reşît: Derfetên me hene ku em pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê çareser bikin

Komxebata Başûrê Kurdistanê ya ji hêla KNK’ê hate organîzekirin bi axaftina Hevserok Rebwar Reşît ve dest pê kir. Reşît got; “Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên cîdî hene. Lê derfetên me hene ku em çareser bikin û derbas bikin.”

Komxebata Başûrê Kurdistanê ya ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî li ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî’ organîze dike, bi tevlîbûna zêdetirî sed nûnerên partiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyenan li Kerkûkê dest pê kir.

Hevserokê KNK’ê Rebwar Reşît axaftina destpêkê kir.

Reşît, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 17 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide, gerîla, pêşmerge û şervan ên ku Kurdistan parastin silav kir.

Reşît destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê avabûna hikûmetekê, destkeftiya federatîk ji hêla Kurdan destkeftiyên mezin in û wiha dewam kir; “Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, Rojava û parçeyên din bi kêfxweşiyê pêşwazî kirin. Wê demê Rojhilatê Kurdistanê bi kelecanek mezin temaşe kir.

Niha li Başûrê Kurdistanê ew yekîtiya ku bendewarî dihate kirin pêk nehat. Organîzekirina komxebatek bi vî awayekî dilxweşiyek mezin e. Lê, xweziya ev komxebat ji bo Kurdên Feylî, Kurdên Êzîdî, Şebek, Kurdên Zerdeştî bûna. Ji ber ku di qetlîamên mezin re derbas bûn. Xweziya li Başûrê Kurdistanê îro ev pirsgirêk nîn bûna û me mijarên bingehîn baniya ziman.”

Reşît bi lêv kir ku îro ji bûyerên li Başûrê Kurdistanê nîqaş bikin, ji bo pirsgirêkan çareseriyan bibînin li hev kom bûne, wiha pê de çû; “Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên mezin hene. Lê derfet hene ku em pirsgirêkan çareser bikin û derbas bikin. Ji bo vê derfetên me yên mezin hene. Wek mînak, krîzek aborî heye, lê li Başûrê Kurdistanê xezîneyek mezin heye û ev jî ji bo derbaskirina krîzê derfet e. Jixwe ev dewlemendî giştî yê gel in. Eger sîstemên siyasî xurt bin, wê demê civak bi krîzên wisa re hevrû nabin. Ji bo siyaset hevpar bibe, divê em hevûdu fêm bikin.

Hêvî dikim ku her kesên ku tevlî komxebatê bûne nêrînên xwe bînin ziman û em ê hêzê ji hev bigirin. Divê pirsgirêka seroktiyê, hikûmetê li vir bê nîqaşkirin. Îro her kesên ku li vir kom bûne divê hêzê bidin hevûdu û di çareseriya pirsgirêkan de hêzek mezin bafirînin.”

...