Reşîd: Divê Konferansa Hewraman ji dagirkeran re bibe bersiv

Hevserokê KNK'ê Reşîd li Konferansa Hewraman axivî û got: "Divê ev konferans ji dagirkerên Kurdistanê re bikaribe bibe bersiv."

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rêbiwar Reşîd li Konferansa Hewraman a Helepceyê axivî.

Reşîd diyar kir, ew hêvîdar in ev konferansa ji bo ku beşên civakî û etnîk ên li Kurdistanê bikaribin bi hev re bijîn û ji dinyayê re bibe mînak.

Reşîd bal kişande ser êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ên bi mebesta ku çand, huner, dîrok, gerdîşeyên Kurd tine bikin û got: "Hêzên ku Kurdistan dagir kirine dixwazin çand û dîroka Kurdan tine bikin û li şûna vê jî çanda xwe serwer bikin. Ev konferans armanc dike ku çand, gerdîşe û zimanê Hewraman zindî bimîne û were xurtkirin. Ji bo vê jî ev konferans divê bikaribe bibe bersiv ji wan hêzan re ku Kurdistan dagir kirine."

Reşîd bi berdewamî got, dilsoziya bi Hewramanan re dilsoziya bi Kurdistanê re ye û got: "Kurdistan welatê pêşverûyan e û Hewraman her demê di dilê pêşverûyan de ye."