BI DÎMEN

'Rejîmê nikare vîna me ya jiyana hevpar bişikîne'

Endamên Stor û endamên Ereb ên Asayîşa Qamişloyê diyar kirin, rejîma Baasê bi êrîşên li Qamişloyê xwest şer di navbera gelan de derxîne, vîna jiyana hevpar bişikîne û federalîzmê pûç bike.

Hêzên Dîfa Wetenî Yên ser bi rejîma Baasê, roja 19'ê Nîsanê li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo 2 şervanên YPG'ê girtin û şandin Şamê. Roja 20'ê Nîsanê jî êrîşî endamên asayîşê û trafîkê yên li xaçerêya Sebeh Behrad kirin. Li ser vê eykê hêzên YPG'ê li hemberî hêzên rejîmê dest bi şer kirin û vî şerî 3 rojan dewam kir. Di şerê 3 rojan de 7 endamên Asayîşê 17 sivîl, 3 şervanên YPG'ê û endamekî xweparastinê jiyana xwe ji dest da. Gelek herêmên di destê rejîmê de bûn ketin bin kontrola YPG û hêzên Asayîşê.

Endamên Storo (Yekîneyên Asayîşê yên Suryanî) û endamên Ereb ên Asayîşa Qamişlo, ku di berxwedana li hemberî rejîmê de cih girtin, armanca van êrîşan û berxwedana hat nîşandan ji ajansa me re nirxandin.

ENES FÎDA: EV ÊRÎŞ LI DIJÎ RAGIHANDINA FEDERALÎZMÊ HAT KIRIN

Enes Fîda: 20'ê Nîsanê roja Çarşemê, weke Storo (Yekîneyên Asayîşê yên Suryanî) tevî hêzên din ên Asayîşê me li hemberî êrîşên hêzên rejîmê yên li Qamişlo li ber xwe dan. Rejîmê xwest di navbera gelan de şer derxîne. Li Sûriyeyê Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî, Asûrî gelek gel hene û bi hev re li Rojava dijîn. Ji ber ku bi vê dizane xwest tevlîheviyê bixe navbera gelan. Weke Storo me jî tevî hêzên din ên Asayîşê gelên xwe li hemberî rejîmê parastin. Bi qasî ku tê fêmkirin, rejîmê ji ber ku sîstema federal a li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat ragihandin qebûl nake, êrîş kiriye. Dixwaze emrê rejîmê yê li vê derê dirêj bike. Di vî şerî de şehîd ji me çêbûn. Bêguman em bi ser ketin. Ji niha û pê ve jî em li hemberî her şêwe êrîşan amade ne. Li hemberî êrîşan, em ê jiyana hevpar a gelên xwe biparêzin û em ê bi ser kevin.

BETÛL EHMED DAHÛL: XWEST VÎNA ME BIŞIKÎNE

Betûl Ehmed Dahûl: Ez endameke Asayîşa Qamişlo me. Ji Îdlibê me û Ereb im. Tevlî Asayîşa jinê bûm û gelek armancên min hene. Ez dixwazim xaka me û gelên me biparêzim. Weke jin rewşa me ji ya berê gelekî çêtir e û em mafên xwe bêhtir diparêzin. Rejîma Baasê bi êrîşên xwe yên li Qamişloyê ve li hemberî gelan lîstikek lîst. Hewl da fitneyê bixe navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan. Lê bi ser neket. Em hemû gelên li Rojava dijîn, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi rêveberiyên xwe dijîn. Şerê Qamişloyê di navbera me û rejîmê de şerekî vînê bû. Lê nekarîbûn vîna me bişikînin. Xwest vîna me gelan bişikîne û careke din bide desthilatdar. Lê me bi ruhekî mezin li ber xwe dan. Û em ê rêveberiya xwe ya li ser bingeha vîna xwe, heta dawiyê bidomînin. Ji niha û pê ve jî em ê bi xurtî bersivê bidin her şêwe êrîşan.

ABDUREZZAK ASÎ: REJÎM NEGIHAŞT ARMANCA XWE

Abdurrezak Asî: Ez bi xwe Ereb im û tevlî hêzên Asayîşa Rojava bûm. Sedema cihgirtina min li nava asayîşê, parastina malbat û gelê xwe ye. Beriya niha bi demekê hêzên rejîmê belasebep êrîşî me kirin. Hevalên me fêm kirin ku rejîm dixwaze fitneyê bixe navbera me û di cih de dest li êrîşan werdan. Ji xwe piştî ku heval bi armanca êrîşan hesiyan, me ev lîstik ji hev xist. Rejîm dixwaze fitneyê bixe navbera me gelan. Di dema şerê li Qamişlo de êrîşî gelek cihan kir. Lê dema li pêşberî berxwedana me ya hevpar negihaşt armanca xwe, reviya.

EHMED EZAM ELÎ: EM TEVÎ GELÊN XWE TÊDIKOŞIN

Ehmed Ezam Elî: Ez Ereb im. Tevlî karên Asayîşê bûme. Ji ber ku kes û ji bo ti gelî cihêkarî nayê kirin. Dîktatorî nîne. Rejîmê dema êrîşî Qamişlo kir, armanca xwe ne tenê qetilkirina Kurdan an jî Ereban bû. Xwest fitneyê bixe navbera gelan. Lê em bi gelan re ye û ji bo pûçkirina vê fitneyê em bi hev re tevgeriyan. Em Kurd, Ereb, Xiristiyan bi hev re bi rengekî azad dijîn. Bi ev re em li heman çeperê têdikoin. Rejîm wê ti carî nikaribe fitneyê bixe nava gelan.

ESMA MIHEMMED SALIH: EM Ê HER TIM XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIN

Esma Mihemmed Salih: Ez bi xwe Ereb im. Endameke Asayîşa Qamişlo me. Li Qamişloyê em gel hemû bi hev re bi mafên wekhev dijîn. Lewma gelekî hez ji Qamişloyê dikim. Rejîma Baas xwest sîstema federal a gelan pûç bike. Dema êrîşa rejîmê destpê kir, weke hêzên trafîkê û hêzên din, me destek dan hev, ji bo gel bi rengekî azad karibin bi hev re bijîn. Ji xwe ez bi vîna xwe tevlî nava Asayîşê bûm. Em naxwazin di bin desthilatdariya kesî de bijîn. Weke gel em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin û bi hev re bijîn. Lewma em ji dil tevlî şerê li Qamişlo yê li hemberî êrîşên rejîmê bûn. Em ê her tim xwe bi xwe bi rê ve bibin.

HEWRO MÛNIR GEWRIYE: EM Ê BI SÎSTEMA FEDERAL BIJÎN

Hewro Mûnir Gewriye: Di 20'ê Nîsanê de rejîmê bi êrîşa li hemberî hêzên trafîkê û asayîşê, provokasyonek kir. Ya rast, xwe ceriband. Berê jî rejîmê çek dabû destê hin malbatan. Weke Storo tevî Asayîşa Giştî me bersiv dan van êrîşan. Me plana xerakirina jiyana hevpar û hewldana derxistina şerê navbera gelan pûç kirin. Ji niha û pê ve jî plan û êrîşên bi vî rengî yên rejîmê wê bi ser nekevin. Em hemû gel li vê derê ji roja ji dayikbûnê û vir ve bi hev re dijîn. Em dest ji hev bernadin. Rejîm çiqasî projeya federasyonê qebûl neke jî, weke gel em dixwazin di nava sîstema federal a demokratîk de bijîn û em ê vê yekê biparêzin.

...