RCS: Dewlet talan dike, wêran dike û didize

Cemiyeta Rojnamegerên Azad bal kişand li ser zext û zorên li ser çapemeniya azad, got: “Em li hemberî van zextan bêdeng neman û em ê disa bêdeng nemînin.”

Cemiyeta Rojnamegerên Azad têkîldarî zext û zorên li ser çapemeniya azad daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku heta niha li hemberî van zextan bêdeng neman e û wê ji niha û şûn de jî bêdeng nemînin û got: “173 rojan xebaten me hatin rawestandin û endamên me ji xizmeta cemiyetê bê par man. Ev jî ne bes e, di vê pêvajoya dorpêçê de deriyên cemiyetê bi zorê hatin şikandin û alav û amûrên di nava cemiyetê de hemû hatin talankirin, wêrankirin û dizîn. Ya herî girîng jî ewraqên cemiyetê yên fermî hatin desteserkirin, arşîva rojname û kovaran hatin dizîn û amûren teknîkî yekî kompîtur, kamera, wênekêş û daktîlo hatin şikandin û zerarek mezin dît.”

‘ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ HER ROJ ZÊDE DIBIN’

Di daxuyaniyê de hat bibirîxistin ku “zext û erîşên li ser çapemeniyê roj bi roj zêde dibin. Rojnamegerên ku li Kurdistanê rastiyan dişopînin bi her awayî tên astengkirin” û wiha dewam kir: “Kamera, wênekêşên wan tên desteserkirin. Rojnameger tên rawestandin, tên binçavkirin û girtin. Rastî gef û êrîşan tên. Weşan tên sansurkirin û bi ser saziyan de digirin. Ekranên weşanan tên reşkirin û dengê wan tên qutkirin. Saziya ku mafê çapemeniyê diparêze rastî serdegirtinê tê û hemû aşriva wê tê desteserkirin.”

 Berdewama daxuyaniya Cemiyeta Rojnamegerên Azad wiha ye:

‘AMÛRÊN ME HATIN ŞIKANDIN Û DIZÎN’

“Ajansên nûçeyan tên sansurkirin, nûçegîhanên wan tên girtin, rojnamegerên rojnamegeriyê dikin tên girtin û rastî lêpirsîn û dozan tên. Ger ku mirov yek bi yek behsa binpêkirin û zextên li ser çapemeniyê bike bi saetan ji nav dernakeve. Minaka herî dawî jî rewşa Cemiyeta Rojnamegerên Azad (RCA) ye. Wekî hûn dizanin Cemiyeta Rojnamegerên Azad bi armanca mafê rojnamegeran biparêze û li ser esasê rojnamegeriya rastîn xebatê dimeşîne. Lê piştî dorpêça li ser Sûrê avahiya Cemiyetê ji di bin dorpêçê de ma. 173 rojan em wekî rêveberên cemiyetê û endamê cemiyetê nekaribûn bên cemiyetê ziyaret bikin û rewşa wê bibînin. Gelek caran me bi awayên fermî serlêdan kir, lê ev serlêdana me nehat qebûl kirin. Me çalakî pêk anîn, pêşiya çalakiyên me hatin girtin. Wekî rojnameger em meşiyan, pêşiya meşê me hatin girtin. Hemû rê li pêş me hatin girtin û destûr nedan ku em werin avahiya cemiyat xwe ziyaret bikin. Ji ber Cemiyet di bin dorpêçê de bû, hemû xebatên me yên ji bo endamên me jî hatin rawestandin. 173 rojan xebaten me hatin rawestandin û endamên me ji xizmeta cemiyetê bê par man. Ev jî ne bes e, di vê pêvajoya dorpêçê de deriyên cemiyetê bi zorê hatin şikandin û alav û amûrên di nava cemiyetê de hemû hatin talankirin, wêrankirin û dizîn. Ya herî girîng jî ewraqên cemiyetê yên fermî hatin desteserkirin, arşîva rojname û kovaran hatin dizîn û amûren teknîkî yekî kompîtur, kamera, wênekêş û daktîlo hatin şikandin û zerarek mezin dît.

‘EM Ê BÊDENG NEBIN!’

Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên azad van hemû êrîşên li ser çapemeniya azad û li dijî komeleya me şermezar dikin. Em dibêjin heta niha em li hemberî van zextan bêdeng neman û em ê disa bêdeng nemînin. Em ê her dem bibin dengê rastî û heqîqetê û em ê her dem mafê rojnamegerên azad biparêzin.”