Rapora çavdêriya TMMOB’ê ya têkildarî Sûrê: Me ji xwe şerm kir!

Şaxê Amedê ya Odeya Plankirina Bajêr TMMOB’ê, di 23’ê Gulanê de çavdêriya têkildarî navçeya Sûrê kir rapor.

Odeya Plankirina Bajêr TMMOB’ê, li navçeya Sûrê ya ku çeteyên AKP/Qesrê êrîş kiribûnê lêkolîn kirin. Çavdêriyên xwe weke rapor amade kirin û wiha anî ziman: “Ji bo ku bûne şahidê hilweşandina civakê û sosyalbûnê em ji xwe şerm dikin.”

Şaxê Amedê ya Odeya Plankirina Bajêr TMMOB’ê, di 23’ê Gulanê de çavdêriya têkildarî navçeya Sûrê weke rapor amade kir.

Di destpêka raporê de wiha hat gotin: “Li Sûrê ya ku weke nasnameya Amedê û yek ji bajêrê herî kevin ê herêmê tê nasîn, di 2’yê Kanûna 2015 de qedexeya kolanan hate îlankirin û şûn de operasyonan bi dijwarî destpê kirin û heta 22’yê Gulana 2016’an roja Yekşemê di saet 08:00’an de qedexe li ser 14 taxan hate rakirin.”

ÇAVDÊRÎ

Çavdêriyên di raporê de bi vî awayî ne:

“Berovajî nûçeyên di çapemeniyan de ku qedexe li ser 3 taxan hatiye rakirin, li Sûrê li beşekî biçûk bi giştî 14 kolanên di navbera 3 taxan de qedexe hatiye rakirin, hinek ji van kolanan tenê 500 metreyan qedexe rabûye.

Di hundir de ji ber cenazeyên mirov û lawiran û xûrekên ku di dikanan de xirabûne bêhnekî giran derdor girtiye.

Qenalên binerd hatine qepatkirin.

Sîstema elektirîk û avê ziyanên mezin dîtine.

Avahiyên ku li kolanên qedexe lê hatî rakirin zêde ziyan nedîtine, lê gelek derî,şibake û kelûpelên malan ziyanên pir mezin dîtin.

Gelek mal hatine nîşankirin.

Li ser dîwarên mal û baxçeyan nîvîsînên nîjatperestî û zayentperestî hatine nivîsandin.

Malên ku bi tank û topan nehatine hilweşandin bi gulereşandinê kunkunî kirine û hemû kelûpelên malan hatine bêkêrkirin.

Ji beriya ku qedexeyê rakin ji bo kiryarên leşkeran diyar nebin hatine paqijkirin.

Ji serbanê avahiya 7 qat a ku li kolana ku qedexe li ser rabûye aliyên din ên Sûrê yên hatine hilweşandin hate çavdêrîkirin.

Herêmên ku hatine hilweşandin vegeriyane deverên vala.

Gelek mînakên mîmarî yên sivîl ên qeydkirî hatine hilweşandin.

Avahiyên pîroz bi tank û topan ziyanên mezin gihiştinê, dîwar jî qelîşîne.

Xwezahiya taybet a Sûrê û Plana Îmar a Parastinê bi ti awayî li ber çavan negirtine.

Li deverên ku qedexe hê jî didomin jî qereqol tên avakirin.

Hate destnîşakirin ku bi awayekî herî giran îxlalên mafê mirovan li bajêr hatine kirin.”

‘JI HILWEŞÎNÊN CIVAKÎ Û SOSYAL ME ŞERM KIR’

Odeya Plankirina Bajêr, di dawiya rapora xwe de wiha gotin: “Di çavdêriyên me yên di 23’ê Gulanê de piştî qedexeya kolanan, ji bo ku bûne şahidên hilweşandinên civakî û sosyal ên ku ne mimkûn e bên telafîkirin û bi awayekî zelal li ber çavan e, em şerm dikin.”