BI DÎMEN

'Rakirina tecrîdê têrê nake; Divê Ocalan bê berdan'

Serokê ÎHD Şaxê Amdê Bîlîcî û Hevserokê CRA Boltan xwestin, Ocalan azad bibe. Bîlîcî û Boltan nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan û diyar kirin, heta ku Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, diyalog û muzakere pêk nayên.

Serokê ÎHD Şaxê Amdê Bîlîcî û Hevserokê CRA Boltan xwestin, Ocalan azad bibe. Bîlîcî û Boltan nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan û diyar kirin, heta ku Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, diyalog û muzakere pêk nayên.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî û Hevserokê Civata Rojnamevanên Azad (CRA) Hakki Boltan, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin, ji ANF'ê re axivîn.

BÎLÎCÎ: BIRÊZ OCALAN LI HEMBERÎ HÊZÊN KOMPLOKER BI SER KET

Bîlîcî got, "Di 15'ê Sibata 1999'an de li hemberî Birêz Ocalan komployeke navneteweyî hat kirin. Ev komplo weke encama nêzîkatiya hêzên kûr û dewleten Ewropayê li meseleya Kurd derket holê. Bi saya pêşdîtinên Birêz Ocalan komplo pûç bû. Birêz Ocalan bi saya tecrûbeyên xwe, li gorî kûrahiya komployê helwest nîşan da û bi destnîşankirina perspektîfên nû re li hemberî hêzên komploker bi ser ket. Vê serketine di heman demê de dewletên kûr ên li Ewropa û Tirkiyeyê jî kifş kir."

'TI CARÎ DEST JI BIRATIYA GELAN BERNEDA'

Bîlîcî got, "Birêz Abdullah Ocalan, li ser bingeha pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn, siyaseteke bi biryar, zanebûn û hevgirtî meşand" û wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn, piştî pêvajoya komployê, tevî şert û mercên giran û tecrîda li zîndana Îmraliyê jî, ti carî dest ji projeya biratiya gelan berneda."

'KOMKUJIYA LI CIZÎRÊ BANDORA POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ LI SER RÛYÊ ERDÊ YE'

Bîlîcî da zanîn, ku ti sparteyeke hiqûqî ya tecrîda li ser Ocalan nîne û ragihand, tecrîda dewleta Tirk bi zanebûn dimeşîne, parçeyek ji polîtîkayên li gelemperiya herêmê ye.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî anî ziman, ku şerê niha li Kurdistanê diqewime û tecrîda li ser Ocalan ji hev cuda nayê nirxandin û got, "Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare bi parêzeran re, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikare bi malbatê re û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare bi heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve em ti agahiyan ji Birêz Ocalan nagirin. Ji ber ku ev tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî gelan tê kirin, vê yekê rê li ber şerê navxweyî vekir. 'Operasyona paqijkirinê' ya di 24'ê Tîrmehê de li Kurdistanê hat destpêkirin, hînê dewam dike. Bajar tên rûxandin. Komkujiya li Cizîrê hat kirin, bandora polîtîkaya tecrîdê li ser rûyê erdê ye. Dema tecrîdê destpê kir, me dizanîbû wê felaketên mezin bi serê me de bên."

'DIVÊ TECRÎD DERHAL WERE RAKIRIN'

 Bîlîcî da xuyakirin, ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û got, "Divê ev tecrîd derhal were rakirin. Lê belê rakirina tecrîdê bi tena serê xwe bêwate ye, divê Birêz Ocalan azad bibe. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe diyalog û muzakere pêk nayê. Bêyî diyalog û muzakereyê jî aştî nayê Tirkiyeyê."

'EM, DEWLETÊN DI NAVA KOMPLOYÊ DE CIH GIRTIN LENET DIKIN'

Racî Bîlîcî da xuyakirin ku dewletên di nava komployê de cih girtine, hiqûqa navneteweyî binpê kirine û got, "Em hemû hêzên di nava komployê de cih girtine lenet dikin. Ji ber ku van hêzan bi tinehesibandina mafên mirovan re bûn parçeyek ji polîtîkaya hewl dide gelekî tine bike."

BOLTAN: GELÊ KURD AZADIYA OCALAN WEKE AZADIYA XWE DIBÎNE

Hevserokê CRA Boltan jî got, "Ji bo analîzkirina komploya navneteweyî divê mirov li roja destpêkê vegerin. Li paytexta Kenyayê, bi komploya navneteweyî re Rêberê Gelê Kurd radestî Tirkiyeyê hat kirin. Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e. Ji ber ku gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan weke azadiya xwe dibîne."

Boltan da xuyakirin, ku dewlet bi hesabên berjewendiyan nêzî 'pêvajoya çareseriyê' bû û got, "Divê ev nêzîkatî ji sedî sed ji holê were rakirin û bi Rêberê Gelê Kurd re pêvajoya çareseriyê ji nû ve were destpêkirin. Pêwîste bê zanîn, ku gelê Kuerd bi êrîşên wehşî re têk naçe, ji rêya xwe venagere û dest ji azadiya xwe bernade."

...