QSD gav bi gav bi pêş de diçe

Operasyona hêzên QSD'ê ya ji bo rizgarkirina Reqqayê dewam dike. Fermandariya Eyaleta Girê Spî li ser armanca operasyonê daxuyanî da û hişyarî da, ku Reqqa veguheriyeke gefeke vekirî li tevahiya cîhanê.

Şervanên QSD'ê di çarçoveya "Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" de, du gundikên navbera gundên Fatse û Waste yên 5 km dûrî bajarokê Eyn Îsa ne, danê vê sibehê saet di 08:30 de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Şervanên QSD'ê duh jî gundikê Qirtaca yê li başûrê Eyn Îsa rizgar kiribûn.

Fermandariya QSD'ê duh daxuyaniyek dabû çapemeniyê û ragihandibû, wan "Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" dane destpêkirin. Daxuyanî bi amadebûna şervanên QSD'ê li ber Embarên Genim ên Şagragê hat dayîn. Ji fermandarên QSD'ê Rojda Felat da xuyakirin, ku weke QSD'ê wan operasyon dane destpêkirin. Fermanderekî din ê QSD'ê Ebû Feyad jî diyar kir, operasyon bi tevlîbûna hemû tabûrên di bin sîwana QSD'ê de cih digirin û balafirên şer ên koalîsyona neteweyî ve hatiye destpêkirin û ev yek li ser daxwaza gelê herêmê pêk hatiye.

Ji fermandarên QSD'ê Feyad da xuyakirin, ku armanca wan rizgarkirina gelê herêmê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê ye.

Pêngava rizgarkirinê di heman demê de weke bersivek şoreşgerî ye li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî Cizîr, Girê Spî û Kobanê.

LI SER DAXWAZA GEL DESTPÊ KIR

Bajarê Reqqa yê ser bi wîlayeta Helebê, ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye.

Qada ku QSD'ê di çarçoveya operasyonê daye ber xwe û Reqqa 50-60 kîlometre dûrî hev in.

Li herêmê bi giranî nifûsa Ereban heye. Sedema bingehîn a destpêkirina vê operasyonê, daxwaza mirovên li bakurê Reqqayê dijîn e.

'EM Ê TÊKILIYA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YA BI HEV, QUT BIKIN'

Fermandariya Eyaleta Girê Spî diyar kir, bi vê pêngavê ve ew dixwazin têkiliya herêmên Iraq û Sûriye yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, ji hev qut bikin û çeteyan li cihekî tengav bikin. Fermandariyê da zanîn, Reqqa piştî şerê navxweyî yê di sala 2011'an de destpê kir, ji çeteyên ser bi koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin û di navbera salên 2011-2014'an de ji aliyê van koman ve bi 'qanûnên şerî' ve hatiye birêvebirin.

Fermandariyê ragihand, piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, rewşa Reqqayê bêhtir nebaş bû û bû xwedî karakterekî 'Îslamî ya tund'. Di daxuyaniyê de hat gotin, Reqqa li hemberî tevahiya cîhanê veguheriyeke gefeke vekirî û ji tevahiya cîhanê çete, cîhadîst berê xwe didin Reqqayê.

Fermandariyê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi 'dadgehên' xwe yên li gorî 'qanûnên şerî' li pêş çavên gel serê mirovan jê dikin, îşkenceyê, recm û darvekirinê dikin.

PÊNGAVA AZADKIRINÊ DEWAM DIKE

Şervanên QSD'ê di vê kêliyê de bi çekên giran li mewziyên DAIŞ'ê yên li gundê Mitmeşric ê 5 km dûrî bajarokê Eyn Îsa ne, dixin.

Di operasyonê de li derdora gundê Mitmeşricê 23 çete hatin kuştin. Hêzên QSD'ê gundê Merûdiye ji çeteyan paqij kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gav bi gav bi pêş de diçin.

...