QSD: Em li pêşiya navenda Reqayê ne

Ehmed diyar kir ku piştî temamkirina qonaxa 4’an li derdora Reqa wê tiştek di dest DAIŞ'ê de nemîne û got: "Endamên DAIŞ’ê yên li derve mane yan wê tine bibin an jî biçin navenda bajêr. Ji bo vê jî DAIŞ di zikratan de ye."

Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir piştî temamkirina qonaxa 4’an li derdora Reqa wê tiştek di destê DAIŞ’ê de nemîne û got: "Endamên DAIŞ’ê yên li derve mane yan wê tine bibin an jî biçin navenda bajêr. Ji bo vê jî DAIŞ di zikratan de ye."

Qonaxa 4’an a Xezeba Firatê ya bi pêşengiya YPG’ê ya QSD’ê ku bi desteka Koalîsyona Navdewletî ya bi lîdertiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) nêzîkî beriya niha bi 5 mehan dest pê kirî berdewam dike. Qonaxa 4’an bakurê Reqa, Geliyê Celabê vedihewîne. Li vî gelî 2 nehye û 20 gund hene. Êdî Reqa destpêka şerê bajêr de ne. Şervanên QSD’ê niha di heman demê de li 3 eniyan şer dikin. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, hemû qonaxên heta niha ji hêla hedef, berfirehî û demê ve, weke ku wan plana wan girêdabû pêk hatiye û got, DAIŞ a ku ji bo temenê xwe dirêjtir dike diperpite, serî li her rêbazî dide wê ji encama dawî nikaribe xwe xilas bike.

Ehmed pirsên têkildarî Pêngava Xezaba Firatê û li ser planên Tirkiyê ku qet dawî lê neyê jî bersiv da pirsên ANF’ê.

QEZAYEKE ÊŞDAR BÛ

Qezaya ku balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî li Tebqayê bûne sebep çawa çêbû,  agahiyên li cem we çi ne?

Fermandariya me ya Giştî di vê mijarê de daxuyanî da. Lê ez vê bibêjim; di şer de qezayên wiha dibin. Em operasyona ku rîska qeza û windahiyan ji holê rakin, mînîmîze bikin bi rê ve dibin. Li gel vê jî, qezayên êşdar ên ku nayên xwestin pêk tên. Weke ku Fermandariya Giştî jî gotî lêpirsîn hate destpêkirin. Di mijareke wiha de ku lêpirsîn didome, mirov kitekitan bibêje ne rast e. Em di her mijarê de zelal in. Em ê encamên lêpirsînê bi raya giştî re par ve bikin.

REQA ÊDÎ KETIYE MENZLÎ ME DE

Ev nêzî 5 meh di ser Pêngava Xezaba Firatê re çûn ku azadkirina herêma Reqayê daye ber xwe. Demên haziriyê çêbûn. Mirov dikare bibêje çi qas jê re ma?

Hûn jî dizanin pêngav li herêmeke berfireh pêk tê. Hin herêmên girêdayî Dêrazorê jî tevlî nav herêmê bûn. Gelek jîgeh hatin rizgarkirin, xetên stratejîk hatin birîn. Dorpêç û rizgarkirina Tebqa jî wiha. Hêzên me duh 2 taxên Tebqa kirin jêr kontrola xwe. Ev hewldana vê qad, herêm, gund û bajarokan parçeyek ji wê armanca me ye ku em hemû xaka Sûriyê ji DAIŞ’ê pak bikin.

Me bi hezaran kîlomtereyên ku dikevine herêmên Rojhilat, Rojava û bakurê bajêr de azad kirine. Jixwe beriya ku ev qad werin azadkirin Reqa nikare were azadkirin. Hedefa dawî ya ji bo Reqa wê li demeke dirêj berbelav nebe.

Em bala xwe didine du tiştan: 1-Parastin û ewlehiya sivîlan; 2- Bi windahiyên kêm gihaştina armancê.

Di her qonaxê de li gorî rewşa araziyê, pozîsyona DAIŞ’ê, li gorî hêz û rewşa wê, em qada hedefê û demê diyar dikin. Dikarim vê bi zelalî bibêjim, di qonaxên heta niha de di dema hatî diyarkirin de em gihaştin hedefa xwe. Bi ser de, di qonaxa pêşî de me zûtir jî hedefa xwe pêk anî.

JI ÇAR HÊLAN VE TÊ DORPÊÇKIRIN

Reqa bi temamî hate dorpêçkirin, piştî qonaxa 4’an wê şerê bajêr dest pê bike?

Me hemû rêyên stratîk ên derbasbûnê yên DAIŞ’ê birîn: Bi qutkirna rêya Dêrazorê me girêdana wê ya bi Iraqê re birî. Me rojhilatê Reqa bi temamî xiste bi kontrola xwe. 

Bi pêngava dorpêç û azadkirina Tebqayê re, dema ku rêya Tebqa-Reqa û Reqa û Şam hate kontrolkirin, hemû rêyên çûnûhatinê hatin birîn.

Êdî ji anîna hêz, cebilxane û lovîstikê mehrûm e. Reqa ji çar aliyan ve hatiye pêçan. Destpkê me plan dikir ku ji sê aliyan ve dorpêç bikin. Di operasyona rizgarkirina Tebqayê de bi azadkirina gundê Safsafahê ji çar aliyan ve hate pêçan.

ŞERMÊ EM PAQIJ DIKIN

Dema ku pêngavê nû dest pê kirî we bal kişandibû sor tolhildana jinê, di dema pêngavê de we qet jinên ku di destê DAIŞ’ê de êsîr bûne, azad kirin?

Belê ji bo tola di serî de jin û zarokên Êzîdî ji bo hemû jinên Sûriyê û dinyayê me da despêkirin ev operasyon. Ji ber ku DAIŞ’ê êrîş bi ser kû ve biribe li wir bi hişmendihya ku bermahiya şer e dest li ser jinan danîn. Jinên Êzîdî yên ku li Şengalê hêsîr kirin anîn li bazarên Reqayê firotin. Li ser jinên hêsîr kirine hovîtî kirin. Bi ser de ev li ser navê Misilmaniyê hate kirin. Ev jî şerma sedsaa 21’ê ye. Me xwest em vê şermê pak bikin. Ji bo vê jî me gotibû em Pêngava Xezaba Firatêweke pêngava tolhildana jinan dibînin. DAIŞ li ser jinan bi zanebûn êrîşên sîstematîk ên çandî, civakî, exlaqî û îdeolojik tîne. Ev bi çanda tecawûz û kolekirinê tinekirin e. Pêngava Xezaba Firatê di heman demê de pêngave derblêxistineke îdeolojîk a li DAIŞ’ê ye.

Ku em werin ser beşê dî yê pirsa we. Heta niha di vê pêngavê de 137 jin û zarokên Êzîdî ji dest DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Me ev hemû jin birin herêma ewle. Me gelek ji wan gihande malbata wan. Ji bilî van bi hezaran Ereb, Tirkmen û ji gelên din jin, zarok, yixtiyar û malbatên wan hatin rizgarkirin.

Mel li gelek deverên hêla Sûriyê jî gelek jin û zarok azad kirin. Di nav wan jinan de ku me azad kirine ji welatên din jî jin hene. Di nav wan mirovan de ku me azad kirine malbat û mirov hene ku xwedî çîrokên trajîk in. Mînak di van demê dawî de jinek Tûnîsî me rizgar kir. Dema ku ev jin çîroka xw dibêje tevizînok bi mirov dikevin. Dema ku bi yekî DAIŞ’î re zewiciye tê Sûriyê. DAIŞ’î di helwdana dagikirina Kobanê de dimire. Piştre ew bi xwe dibêje ew firotine çend DAIŞ’iyan. Niha em hewl didin ku wê jinê bigihînin welatê wê. Hê jî ji dest DAIŞ’ê de bi sedan, hezaran jin hene ku divê werin azadkirin. Azadkirina wan peywira me ye.

DAIŞ’ê bi van însanan re hêviya jinê, baweriya bi mirovê azad nehiştiye. Niha ev mirov dîsa li jiyanê têne vegerandin.

EV TENÊ NE OPERASYONEKE LEŞKERÎ YE

Em dikarin bibêjin ku Pêngava Xezaba Firatê ne tenê operasyoneke leşkerî ye?

Helbet, dema ku mirov ji vê hêlê ve dinere, tê dîtin ku Pêngava Xezeba Firatê ne tenê operasyoneke leşkerî lê her wiha pêngaveke civakî, çandî, sosyal û însanî ye jî. Heta niha ji hêla siyasî û exlaqî ve gelek destketin çêbûn. Li deverên ku me azad kirin me mirov hemû birin cihê ewle. Me kesên ku ji mal û warê xwe bûyin li kampan bi cih kirin. Heta ku bajar, gund, bajarokên wan werin azdkirin wê li van kampan bin. Dema ku gund, bajar, bajarokên wan ji DAIŞ’ê hatin rizgarkitrin wê li mal û xaka xwe vegerin.

AN WÊ TINE BIBIN AN JÎ XWE BISPÊRIN 

Dikarî behsa armanc, berfirehî û giringiya pêngava 4’an bikî?

Armanca pêngava 4’an ew e ku gundên dawî yên Bakurê Reqa ji dest DAIŞ’ê werin standin. Ev qonax her wiha weke destpêka şerê bajêr jî dikare were dîtin. Ji ber ku piştî vê qonaxê êdî li derdorê di destê DAIŞ’ê de tiştek namîne.

Xala dî ya girîng a vê qonaxê ew e ku hêzên me di heman demê de ji sê eniyan ve li dişî DAIŞ’ê şer dikin. Li Dêrazorê, Rebqa û Geliyê Cellab ê li bakurê Reqa.

Bi vê qonaxê de endamên DAIŞ’ê yên mayin an wê tine bibin an jî vekişin û biçin navenda bajêr.

Ji bo vê jî ev zikratên wê ne.

TIRKIYE BILA WEKE KU CÎRANÊ ME BE TEVBIGERE

Herî dawî dixwazim vê bipirsim; Behsa planên Tirkiyê yên li ser Efrîn, Hesekê, Girê Spî tê kirin. Bi ya we ev pêkan e?

Tirkiye ji destpêkê ve dixwest tevlî operasyona Reqa bibe û li Sûriyê heldana dagirkeriyê berfirehtir bike, li deverên ku dagir kirî jî bi rengekî mayine bimîne. Hêzên Navdewletî QSD tercîh kirin ku ji zarokên Sûriyê pêk dihat.

Binerin Tirkiye welatekî cîran e. Heta niha em li gorî têkilî û hiaqûqa cîrantiyê çûn. Em li gorî normên navdewletî çûn û me ji hurmetdayina xwe kêm nekir. Lê Tirkiye kete xakên Sûriyê, êrîş bi ser cihên me yên leşkerî, bi ser gelê sivîl de anî û tim em tûj kirin û zor li me kir ku em şer bikin. Me tim xwe ji vê dûr xist. Ti ziyana me negiha Tirkiyê. Em ji Tirkiyê jî hêvî dikin ku li gorî van hiqûqan sînorên me nebezîne, planên gemarî neke.

Hedefa me têkoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ya barbar e. DAIŞ ne tenê dijminê me ye, dijminê me hemûyan, ê mirovahiyê ye, şerê me bi wê re ye.

Heke Tirkiye dixwaze bi DAIŞ’ê re şer bike divê ji hêzên me re nebe asteng. Li qadên me niha DAIŞ nîn e. Li derveyî qadên me bila biçe bi DAIŞ’ê re şer bike. Jixwe ew dibêje ez parçeyek ji koalîsyona navdewletî me. Bila li gorî koalîsyonê biçe. Li Girê Spî, Minbicê DAIŞ heye? Me Girê Spî û Minbic bi berdêlên me mezin azad kirin û DAIŞ’ê ji wan deran derxist, çi têkiliya planên li ser Grê Spî û Minbicê bi têkoşîna dijî DAIŞ’ê re heye. Ev der welatê me ye, xaka Sûriyê ye û ji hêla hêzên me ve têne parastin.

Ez dubare dikim; em girêdayî têkilî û hiqûqê cîrantiyê ne. Em vê ji Tirkiyê jî hêvî dikin.