BI DÎMEN

QSD: Em 6 kîlometreyan pêş de çûne, me 4 gund û 4 gundik rizgar kirin

QSD a di operasyona ‘Rizgarkirina Bakurê Reqayê’ de 6 km bi pêş ve çûye, da xuyakirin ku gundên Qirtaca, Fatsa, Indibên, Mitemesric û 4 gundik rizgar kirine.

Di operasyonê de balafirên şer ên girêdayî koalîsyona navneteweyî jî piştgiriyê dide.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkîldarî operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya QSD’ê de hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê 24’ê Gulanê saet 16.00’an bi topên hewanê êrîşî başûrê Şedadê kirine.

Di daxuyaniyê de têkîldarî operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me duh (24’ê Gulanê) piştî nîvro saet 4'an de ji 3 baskan ve ketin tevgere û nêzîkî 6 km pêşve çûn. Li nêzîkî gundê Fatsa ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa şerên dijwar rû da. Hêzên me li vir derbên giran li çeteyan xistin û gund ji çeteyan standin. Di hemû operasyone de balafirên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞê jî bi awayekî bi bandor li hedefên hatin zelalkirin xistin. Di van lêdanan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Heta niha di hemle de hêzên me gundên Qirtaca, Fatsa, Indibên, Mitemesric û 4 mezrayên stratejîk ji çeteyan standin. Heta niha gelek çete hatin kuştin û hatin birîndarkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan piştre wê bên ragihandin.

Di şerên heta niha de şervanekî me ku bi lehengî û bi ruhe serkeftine bi ser çeteyan de diçû gihiştiye şehadete.”