QSD`ê 9 gund û 3 gundikên din jî rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 9 gund û 3 gundikên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 9 gund û 3 gundikên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li gorî nûçeya ANHA`yê, baskê 4`emîn ê QSD`ê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê de, 9 gund û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li gorî nûçeyê di şerê li herêmê de bi dehan çete hatin kuştin û ji wan cenazeyên 15 çeteyan jî di destê şervanên QSD`ê de ne. Her wiha şervanên QSD`ê çek û cebilxaneyên çeteyan jî desteser kirin.