QSD’ê 9 gund û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin

Baskê 4’emîn ê QSD’ê ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê duh ber bi herêma Tabqa ya li rojhilatê ava Firatê ve ketin rê de 9 gund û 3 gundik ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

QSD’ê, 24’ê Gulanê li hember Bakurê Reqayê ji 3 baskan ve operasyona azadkirinê dabû destpêkirin. Baskê 4’emîn ê QSD’ê jî duh ber bi Rojhilatê Feratê ve ket nav tevgerê, ber bi Tabqayê ve diçe.

Di çarçoveya operasyona QSD’ê de 9 gund û 3 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin û rizgarkirin. QSD’ê di çarçoveya operasyonê de dest danî ser gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî yên çeteyên DAIŞ’ê.

Navên gundên ku ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin wiha ne: Rîmelî, Hec Elî, Ebû Sexwe, Cîndere, Emîra, Zemmalî, Gunde Ema, Bilbîle, Xîrbete û Cemala.

Di çarçoveya pêngavê de li gorî agahiyên fermî yên ji QSD’ê bi dehan gund û gelek gundik hatine rizgarkirin, hêzên operasyonê li herêmeke 5 km fireh û 10 km kûr paqij kirine.