QSD: 8 çete hatin kuştin, 2 maşîne û topek hatin rûxandin

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkîldarî operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê agahî da, diyar kir ku 8 çete hatine kuştin, 2 maşîne û topek hatine rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkîldarî operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Li herêma Girê Spî eniya Eyn Îsa, îro saet 09:30'an balafirên Koalîsyona Navnetewî li mewziyên çeteyên DAIŞ’ê ên li gundê Tilsemen ê dikeve başûrrojhilatê Eyn Îsayê xistin. Li vir maşîneyek û topek çeteyan hatin rûxandin.

Îro saet 11:45’an balafirên Koalîsyonê li nuqteyên çeteyan ên li gundê Hezîma ku dikeve başûrê Eyn Îsayê hedef girtin. Li wir jî maşîneyek çeteyan hate rûxandin û 8 çete hatin kuştin."