Qirkirina siyasî ya li Pirsûsê: 23 kes hatin girtin

Li Pirsûsê ji kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 23 kes hatin girtin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 27’ê Adarê de bi serdegirtina malan hevserokên navçeyê yên Partiya Herêman Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 23 kes hatibûn destgîrkirin. Doh piştî kiryariyên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan ên 23 kesên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin destgîrkirin, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin.

Dozger bi daxwaza girtinê 23 kes sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulh kirin. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê 23 kesan de biryara girtinê da. Navên kesên hatin girtin wiha ne: “Hevşaradara Pirsûsê ya berê Hulya Demîr (51), Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Yaşar Gunduzalp (39), Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Rojda Bînîcî (53), Avnî Gokhan (55), Ayşe Aksû (54), Bulent Koçyîgît (45), Ferdî Karakelle (28), Ferît Balî (37), Feryal Çelîkbaş (49), Îbrahîm Bulbul (46), Îsmet Balî (46), Mahîde Kûrttekîn (49), Mahmût Balî (39), Mehmet Akîf Yildiz (39), Mûstafa Balî (23), Nermîn Şakir (60), Mustafa Balî (59), Osman Akgun (55), Sabrî Kaya (56), Salîh Kaplan (44), Savaş Îlhan (36), Veysel Balî (34) û Zeki Balî (40).