Qetilkirina Elçî li Cenevreyê hat protestokirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Cenevreyê hat protestokirin û bal hat kişandin ser zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li Cenevreyê hat protestokirin û bal hat kişandin ser zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê hat lidarxistin û qetilkirina Elçî hat lenetkirin. Girseya gel li Rûe de Mont-Blanc li hev civiya, wêneyên Elçî hilgirt û dirûşmên "Kujer dewlet" qîriya.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Salih Saglam li vir peyivî û da zanîn ku bi qetilkirina Elçî re hatiye xwestin ku peyam ji gelê Kurd re bê dayîn. Saglam diyar kir ku komkujî bi awayekî vekirî ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatiye kirin û got, "Ji Apê Mûsa heta Vedat Aydin, ji Vedat Aydin het Tahîr Elçî divê hesabê bi sedan cînayetên bi vî rengî were pirsîn. Rêya rizgariya ji komkujiyên nû jî mezinkirina Têkoşîna Neteweyî ya Kurd û HDP'ê ye."

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.