BI DÎMEN

Qehremanên veşartî yên şer: Kedkarên tenduristiyê

Mistefa Xalid kedkarekî tenduristiyê yê ji Minbicê ye. Kerem Îbrahîm jî ajokarê ambûlansê ye. Her du jî di Pêngava Xezeba Firatê de wezîfedar in. Her du jî mîna hevalên xwe yên şervan bi biryar in.

Di operasyona rizgarkirina Reqayê de li rex şervanên QSD’ê gelek saziyên cur bi cur alîkariyê didin şervanan. Ji lojîstika şervanan bigirin heta bi karê tendiristiyê li eniya şer alîkariyê didin şervanan û birîndaran derman dikin.

Mistefa Xalid xortekî ji Minbicê ye. Di nav pêkhateyên Ereb de ye. Karê tenduristiyê dike û ev mehek e ew û çar hevalên xwe di Pêngava Xezeba Firatê de birîndaran derman dikin. Xalid sedema tevlîbûna xwe ya di eniya şer de wiha dibêje: "Li Minbicê ji destê DAIŞ'ê min pir kişand. Min soz dabû ku bajarê min ji çeteyan were rizgarkini çi ji min were xwestin ez ê bikim."

Xalid ji bo şêniyên Tebqa û Reqa jî wiha dibêje: "Ez niha hîsên gel ê ku di bin hovîtiya DAIŞ’ê de fêhm dikim, ez fêhm dikim ku çi dijî. Ji ber vê jî ez li vir im, da ku alîkariyê bidim şervanan û zûtir gelê me ji çeteyan were rizgarkirin."

Di her eniya şer de nuqteyek tendiristiyê heye û wesayitên ambûlansê jî hene. Birîndaran ji xetên pêş radikin û tînin nuqteyên dermankirinê. Ji nuqteyan jî li gorî pêwistiya birîndaran dişînin Kobanê û Minbicê.

Ajokarê ambûlansê Kerem Îbrahîm got: "Karê me bi lezê ye. Her birîndarekî bi lez digihînim nexweşxanê."

Kerîm bi domdarî dibêje: "Gelek caran çeteyên DAIŞ’ê li me direşînin. Lê em jî weke şervanan bi paş ve venakişin. Her çi jî bibe divê em birîndaran ji eniya şer rakin."