PYD'ê li Kolnê civîna gel lidar xist

Nûnerê PDY'ê di civîna gel a li Kolnê de got, "Me nîşanî cîhanê dan, ku bêyî Kurdan nikare projeyeke Sûriyeyê bixin meriyetê" û ji bo xebatên ji nû ve avakirina Kobanê destek xwest.

Rêxistina PYD'ê ya Ewropayê li bajarê Elmanya Kolnê, bi beşdariya Kurdên Rojavayî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel lidar xist.

Nûnerê PYD'ê di axaftina xwe ya li civînê de, der barê bandora Şoreşa Rojava li gelemperiya cîhanê, rewş û xebatên PYD'ê yên li Rojava û derve, agahî da.

Nûnerê PYD'ê da zanîn ku beriya şoreşê bi tenê Kurdên Bakur û Başûr dihatin naskirin, lê belê bi dayîna berdêlan re niha tevahiya cîhan Kurdên Rojava nas dike û got, "Dema şerê Sûriyeyê destpê kir, em bi şêweyê Yekîtiyên Parastina Cewherî birêxistin bûn. Me qursên bi zimanê dayikê û avahiyên xizmetê vekirin. Dûre bi têkoşînê re Yekîteyên Parastina Cewherî veguherîn YPG'ê, qursên Kurdî veguherîn akademî û zanîngehan, avahiyên xizmetê jî bûn şaredarî."

'BÊYÎ ME NIKARIN GUHERTINEKE BIÇÛK JÎ BIKIN'

Nûnerê PYD'ê da xuyakirin ku peyamên girîng ên leşkerî hatine dayîn û pêşî li rejîma Baas û Artêşa Azad a Sûriyeyê hatiye girtin ku bikevin Rojava û got, "Me nîşanî cîhanê dan, ku bêyî Kurdan nikare projeyeke Sûriyeyê bixin meriyetê."

Nûnerê PYD'ê axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Niha bêyî me nikarin guhertineke biçûk jî bikin. Amerîka jî di nav de îro 40 welat di şerê li hemberî DAIŞ'ê de bi me di re di nava koordîneyê de ne. Kobanê hilweşiya. Me 600 şehîd dan. 1500 birîndarên me hene. Lê belê di encama van berdêlan de me Kurd li rojeva cîhanê dan rûniştandin."

'JI BO JI NÛ VE AVAKIRINÊ DIVÊ HER KES BIKEVE NAVA HEWLDANAN'

Nûnerê PYD'ê ragihand ku ew li 50 welatên Ewropa û tevahiya cîhanê xebateke baş a dîplomasiyê dimeşînin û diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê girîng e her kes bikeve nava hewldanan. Nûner bi taybetî ji jin û ciwanan xwest, ku di xebatên li Ewropayê de pêşengtiyê bikin.

Nûnerê PYD'ê der barê gel û baweriyên li Rojava de ev nirxandin kir: "Li Rojava di destpêkê de yekîtiya siyasî hat avakirin. Kurd, gel û baweriyên din di siyasetê de bûn yek. Eger ev nebûya wê gel û bawerî li hemberî hev bidana şerkirin."

Civîn bi beşa pirs-bersivê bi dawî bû.

...