Profesor Velî: Ji ber nakokiyên di navbera Kurdan de Komara Mehabadê hilweşiya

Profesor Abbas Velî li ser Komara Kurdistanê ya Mehabadê got ku “Nakokiyên di navbera Kurdan de, ji bo hilweşandina komarê bû sedema herî mezin.”

Li gorî Profesor Abbas Velî ji ber ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi feraseteke Sunnî dihate birêvebirin û girêdayî eşîran bû, hilweşiya.

Qazî Mihemed di 22’ê Çileya 1946’an de li Qada Çarçira ya Mehabadê li pêşberî bi hezaran kesan Komara Kurdistanê îlan kiribû.

Piştî îlankirinê hikumeta ku ji 14 wezîran pêk dihat hate avakirin. Rengên ku yekîtiya Kurdan temsîl dikin, di alayê de cih girtin. Helbesta bi navê ‘Ey Reqîb’ a Dildar wekî sirûda neteweyî hate qebûlkirin. Di vê komarê de ya ku navenda wê Mehabad bû perwerdehiya bi Kurdî dida, milîs bûbûn artêşa bi pergal, kovarên zarokan û pirtûkên zanistî dihatin weşandin.

Artêşa Îranê di 17’ê Kanûnê de kete Mehabadê û pêşengên komarê dîl girt. Dadgeha Leşkerî ya Îranê di 23’ê Çileya 1947’an de cezayê darvekirinê li Qazî Mihemed birî. Di 31’ê Adara 1947’an de jî Qazî û 2 hevalên wî hatin darvekirin.

Profesor Abbas Velî ji ANF’ê re qala pêvajoya Komara Kurdistanê ya Mehabadê kir. Velî got “Di salên 1940’î li Rojhilat neteweparêzî geş dibû. Di sala 1942’an de Komeley Jiyannew Kurdistan hate avakirin. Di sala 1945’an de ev cemiyet hate girtin û veguherî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê.

Di eniya Kurdan de li ser rêya netewebûnê gavên wisa dihat avêtin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn beşeke Kurdistanê ketibû bin bandora Yekîtiya Sovyetê û beşa din jî ketibû bin serweriya Brîtanyayê. Herêmên wekî Mehabad û Bokanê bûbû para Sovyetê. Armanca Rûsan ev bû ku artêşa Îranê û dewletê wê ji vê herêmê dûr bixîne. Ji ber van şertan avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê hêsan bû.

Hinek kes dibêjin Rûs/komunîstan Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava kirin lê ev ne rast e. Rûsan tu carî nedixwestin komareke wisa ava bibe. Armanca wan ev bû ku di bin serweriya Azeriyan de Kurd û Azerî di komarekê de bijîn. Lê ev tişt nedihat hesabê Kurdan.

Di vê pêvajoyê de mirov dikara qala rola erênî ya Qazî Mihemed bike. Li herêmê dihate naskirin û bandoreke wî ya manewî hebû. Li herêma Mukriyanê ji malbateke navdar bû, xwedî welatparêziyeke mezin bû û serokê ÎKDP’ê bû. Di heman demê de dikaribû di navbera avadanî û hêzên ku komar pêk dianîn hevsengiyekê çêbike. Qazî karibû çepgir û rastgiran bîne ba hev. Bi qasî ku dizanim hilbijartina serokkomariyê nehate kirin. Ji ber ku Qazî Mihemed serokê ÎKDP’ê bû, ev komar jî wekî xebata vê partiyê bû, ew jî hate ser komarê.”

Abbas Velî qala mîrateya Mehabadê kir û got “Divê jin û mêrên Kurd li gorî serdemê xwe rêxistin bikin. Divê avadaniyeke Sunnî tunebe. Me ev jî dît neteweperestiya Kurdan modern e, divê rêxistinkirina wê jî modern be. Ji ber ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi feraseteke Sunnî dihate birêvebirin û girêdayî eşîran bû, hilweşiya. Me ev jî dît divê Kurd ji gelek eniyan ve bixebitin. Dviê eniyên dîplomatîk, siyasî û leşkerî bi hev re bixebitin.

Nakokiya herî mezin di navbera rêxistinkirina leşkerî û siyasî de hebû. Sê hezar leşkerên vê komarê hebû û hê nû hatibûn perwerdekirin. Serbazên Kurd ên ji nav artêşa Iraqê derketibûn, perwerde didan. Pê re jî leşkerên din girêdayî eşîran bûn û ev jî bû sedemek.Seroeşîran ferman didan leşkeran û her yek girêdayî eşîrekê bû. Artêş ne yek bû. Axa û eşîrên derdora Mehabad û Bokanê qaşo piştgirî didan komarê lê pratîka wan ne wisa bû. Bacên ji gel dihat komkirin, tekane hatina komarê bû û di warê stendina van bacan de jî astengiyên mezin hebû. Hinek serokeşîran bac nedidan.

Artêşa Sor di Gulana 1946’an de dema ku vekişiya krîzeke siyasî di nav komarê de pêk hat. Rayedarên komara li herêma Azerbaycanê wan rojan bi dewleta Îranê re muzakere dikirin. Rayedarên Îranê digotin “Em muzakereyan bi tenê bi Kurdan nakin, heke bi Azeriyan re bibin yek em ê bi Kurdan re rûnên”. Ev rewş li hesabê Kurdan nedihat.  Di heman demê de ji ber ku bi feraseteke mezhebê Sunnî hatibû avakirin û di warê leşkerî de girêdayî eşîran bû, li ber komarê astengiya herî mezin bû. Di Gulana 1946’an de dema ku artêşa Sovyetê ji herêmê vekişiya li pişt Komara Kurdistanê tu hêz nema. Di qada navneteweyî de dostên komarê tunebû. Ne DYE, ne Îngîltere, ne Fransa û ne jî Sovyetê piştgirî nedida komarê.Ji ber vê jî komar 11 mehan domiya.Hêzên rojavayî nedixwestin ku Îran di warê siyasî, îdarî û erdnîgariyê de parçe bibe."