Polîsên Tirk li Kerboranê ciwanek qetil kirin

Li Kerboranê ciwanê bi navê Îdrîs Cebe ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin.

Li Kerboranê ciwanê bi navê Îdrîs Cebe ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku bi rojane qedexeya derketina kolanan lê heye û rastî êrîşên giran ên polîsên tîmên taybet tê, hat ragihandin ku ciwanê 18 salî Îdrîs Cebe ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin Cebe duh saetên êvarî li qadeke çolterê ya li derketina Kerboranê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye qetilkirin. Cenazeyê Cebe rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Di encama otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de hat diyarkirin Cebe bi guleyeke ku li pişt guhe wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku wê Cebe îro bi merasîmekê li Kerboranê bê defnkirin.