Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP’ê ya Bajarê Dersîmê

Polîsên Tirk bi ser avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Dersîmê de girtin. Lêgerîna li avahiyê didome.

Polîsên Tirk bi ser avahiya Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Bajarê Dersîmê de girtin. Polîsên ku bi wesayîtên Ranger hatin avahiya partiyê, lêgerîna li binayê didomînin.

Parlamenterê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu û rêveberên DBP’ê jî piştî agahiya serdegirtinê hatin avahiyê.  Hate diyarkirin ku polîsan bi hinceta ‘îxbarê’ bi ser avahiyê de girtine.

Hevseroka DBP’a Bajêr Hulya Yer û 4 rêveber bi hinceta çalakiya ku esnafan derabeyên xwe venekiribûn duh hatibûn binçavkirin.