Polîsên li Amedê êrîşî ciwanan kirin rojnamevanek birîndar kirin

Polîsan êrîş birin ser ciwanên ji bo protestokirina komkujiya Enqereyê derketin kolanan û nûçegihana DÎHA Esra Aydin ji lingê wê bîrîndar kirin.

Polîsan êrîş birin ser ciwanên ji bo protestokirina komkujiya Enqereyê derketin kolanan û nûçegihana DÎHA Esra Aydin ji lingê wê bîrîndar kirin.

Li gelek deverên navçeya Baglar a Amedê ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê gelek ciwan derketin kolanan. Polîsan êrîşî ciwanan kirin, li ser vê yekê ciwanan bi kevir û bombeyên deng bersiv dan polîsan. Pevçûn li Cadeya Sento û Parka Koşûyolû dijwar bûn.

Ciwanan li hember êrîşa polîsan a li qada Parka Koşûyolû, bi barîkatan rê li trafîkê girtin, dest bi xweparastinê kirin. Di bûyeran de polîsan ji hundirê wesayîtên zirxî heqaret li kesên di ser rê derbas dibûn kirin, ji TOMA’yê av avêtin. Ji ber bombeyên gazê yên ji wesayîtên zirxî avêtin, malên derdorê di bin ewrên gazê de man.

Polîsan nûçegihana DÎHA’yê ya bûyerên Cadeya Sento dişopand kir hedef. Nûçegihan Esra Aydin ji ber bombeya gazê ya ku polîsan avêt li lingê wê ket, birîndar bû.

Aydin a birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Baglar a Taybet.