'Polîsê Sûriyeyê' yê AKP'ê ji çeteyan pêk tê

Derket holê, yên ku AKP'ê bi navê 'Polîsê Sûriyeyê' li Cerablûs, Raî û Ezazê bi cih kir, ji çeteyên 'artêşa azad', Nûsra û DAIŞ'ê pêk tê.

AKP, ji bo li bajarên dagir kiriye mayînde bibe, di çarçoveya konsepta Tirkkirinê de saziyên xwe yên leşkerî û siyasî ava dike. Herî dawî rêxistina 'polîsan' ava kir. Bi vê armancê, kesên li Enqere, Dîlok, Kîlîs û Cerablûs, Raî, Ezaz û gelek gundên Şehbayê komî ser hev kiriye, mehane 200 dolarî maeş dide wan û wan perwerde dike. AKP'ê navê 'polîs' li van kesan kiriye û heta niha bi qasî 400 ji van li Cerablûsê, 250 li Raî û 300 jî li Ezazê bi cih kiriye. Li Enqere, Dîlok û Kîlîsê hê bi sedan kes ji aliyê Tirkiyeyê ve tên perwerdekirin.

Eşkere ye, piraniya kesên bi navê 'polîs' ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, kesên ji nava 'artêşa azad', Nûsra û DAIŞ'ê hatine peydakirin e. Ev hemû ji nava çeteya Sûltan Mûrad a di bin sîwana MÎT'ê de ye tên neqandin. Niha heman kes bi unîformaya polîsan li ser kar in. Çend ji van mînakan bi vî rengî ye:

CEBIR ELÎ YÊ LI CERABLÛSÊ

Yek ji van kesên ku bi navê 'polîs' şandine Cerablûsê, Cebir Elî yê ji gundê Karagoz e. Cebir Elî û keyayê gundê Karagozê kemal Şêx Mûhammed, bi du serpelên artêşa Tirk re wêne dikişînin. Cebir Elî ku qaşo polîsê Cerablûsê ye, beriya niha di nava komên 'artêşa azad' de cih girtiye. Dema ku Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Cerablûsê Sûltan Mûrad bi rêxistin dikir, derbasî nava Sûltan Mûrad bû. Niha jî 'polîsê' rêxistina 'polîsan' a Tirkiyeyê ye.

ÎBRAHÎM HEKO

Hin ji wan jî Kurd in. Ev kes jî ji nava komên Selahattîn, Azadî û Yûsûf El Azma yên 'artêşa azad' hatine. Ev komên ser bi ENKS'ê, li Eşrefiyê, Şêx Meqsûd, Til Hemîs, Til Beraq û gelek cihên din, di nava êrîşên dijî YPG/QSD'ê de cih girtin. Yek ji van jî Îbrahîm Heko û du pismamên wî ne, ku li Enqereyê perwerde dibînin. Îbrahîm Heko û du pismamên wî, ji gundê Kaîbe ne, ku ev gund ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rojan hat bombekirin. Heko ku kêm ma ye perwerdeya xwe biqedîne, wê ji aliyê AKP'ê ve weke 'komîserê Raî' bê bicihkirin.

MÛSTEVÎ YÊN DAIŞ'Î

Du ji kesên Tirkiye hewl dide perwerde bike û weke 'polîs' bişîne Raî, Mûstafa Ahmed Mûstevî û Îsa Huseyîn Mûstevî yên ji gundê Karamezra ne, ku ev her du kes pismamê hev in. Mûstafa Ahmed Mûstevî û Îsa Huseyîn Mûstevî yên ji gundê Karamezra yê navbera Raî û Ezaz e, beriya niha di nava 'artêşa azad' de bûn. Piştre tevlî DAIŞ'ê bûn. Dema ku Tirkiyeyê amadekarî ji bo dagirkirinê dikir, derbasî nava Sûltan Mûrad bûn. Tirkiyeyê niha ev ji nava Sûltan Mûrad girtiye û wan amade dike ji bo weke 'polîs' bişîne Raî.

ENDAMÊ 'ARTÊŞA AZAD' Ê JI DÛDYANÊ

Mahmûd Mûhammed Elî Osman ê ji gundê Dûdyanê, yek ji wan kesan e ku hêjayî 'polîtiyê' hatiye dîtin. Elî Osman Tirkmenekî ji Dûdyanê ye. Beriya niha di nava komên çete yên 'artêşa azad' de cih girtiye. Herî dawî weke endamê Sûltan Mûrad tevlî dagirkirina Cerablûsê bû. Elî Osman yek ji kesên ku Tirkiye jê bawer e. Ew ji nava Sûltan Mûrad girt û bir Enqereyê ji bo perwerdeya polîsiyê bide wî. Elî Osman hê li Enqereyê tê perwerdekirin. Wê di rojên pêş de weke 'polîs' li Raî yan jî Ezazê be.