Polîsan Yuksekdag bi çekan tehdît kirin

Polîsan wesayîta Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji kongreya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûltangazî derdiket rawestandin, çek kişandin û wiha tehdît kirin: “Ev der Gazî ye, biryara ketin û derketina vir jî em didin.”

Li ser vê helwesta polîs ê wesayît rawestandin û çeka xwe kişand, ajokarê Yuksekdag got, “Di wesayîtê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê heye” , li ser vê jî polîs wiha tehdît belav kir: “Ev der Gazî ye, biryara ketin û derketina vir jî em didin.”
Piştî nîqaşa demek kurt, Yuksekdag ji taxê veqetiya.