Polîsan li Wanê êrîşî hevşaredaran û gel kirin

Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşa “Em ê şer bi we nedin kirin” a ji aliyê rêxistinên HDP-DBP’ê û saziyên civaka sivîl ve hat lidarxistin. Polîsan hevşaredar jî di nav de gelek kes derb kirin.

Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşa “Em ê şer bi we nedin kirin” a ji aliyê rêxistinên HDP-DBP’ê û saziyên civaka sivîl ve hat lidarxistin. Polîsan hevşaredar jî di nav de gelek kes derb kirin.

Li Wanê ji bo meşa “Em ê şer bi we nedin kirin” bi hezaran welatî yên li terqarê ya Îkî Nîsanê kom bûn ber bi Parka Feqiyê Teyran ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Di bûyerên ku rû dan gelek kes hatin binçavkirin, ji bo astengkirina êrîşa polîsan a li hember gel, Hevserokên Bajêr û Hevşaredar ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Di êrîşa polîsan de Hevşaredarê Mehmûdî Abdulkadir Çalişkan û Hevşaredara Artemêtan Rojbîn Sevîl Çetîn birîndar bûn. Polîsan hevserokên bajêr Hevşaredarê Bajarê Mezin Bekîr Kaya derb kirin û xwestin binçav bikin. Lê li ser berxwedana gel polîsan hevserokên bajêr û hevşaredar berdan û vekişiyan. Lê belê ji ber polîs ji cihê bûyerê venekişiyan û vê carê hevserokên bajêr û hevşaredar dorpêç kirin. Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Muraat Melet, Rêveberên DBP’ê yê Bajêr Harûn Ozlu û Mevlut Karakûş ên bertek nîşanî polîsan da hatin binçavkirin. Paşê siyasetmedarên Kurd ên bi gel re dorpêça polîsan derbas kirin bi dirûşmên, “Bijî  Serok Apo” ber bi avahiya HDP’ê ve meşiyan.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî yê li vir xîtabî gel kir got: “Wer tê fêmkirin ku polîs li Wanê aşkera li pey provokayonan e. Heta wiha dewam bikin, em ê jî berxwedana demokratîk bidomînin. Divê tavilê hevalên me yên di bin çavan de bên berdan.”

Pevçûnên li Wanê li taxên Şehîd Firat, Xaçort û Suphan didomi. Di navbera ciwanên li taxan agir pêdixin û polîsan de pevçûnên dijwar rû didin. 

...