Polîsan li Wanê êrîşî gel kirin

Li Taxa Xaçort a Wanê, ciwan ji bo êrîşên li Gever û Nisêbînê protesto bikin daketin kolanan. Polîs bi çek û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir.

Çalakiyên piştgiriya berxwedana Nisêbînê, li hemû bajarên Kurdistanê belav dibe. Li Taxa Xaçort a Wanê jî, ciwan ji bo terora dewletê ya li Nisêbîn û Geverê protesto bikin daketin kolanan. Bi sedan polîsên ku taxê dorpêç kir, bi guleyên rast û bombeyên gazê êrîşî ciwanên ku barîkat danîn, kirin. Ciwan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiva êrîşa polîsan da. Polîs, piştî ku bi bombeyên tax di bin gazê de hişt, vekişiya.

Bombeyên gazê yên polîsan li malên welatiyan ket û şêniyên taxê jî bertek nîşanî êrîşên polîsan da. Xwendekarên ku ketin ezmûna TEOG û welatiyên li ocaxa tenduristiyê jî, ji êrîşa polîsan bibandor bûn.