Polîsan li Cizîrê zarokê 5 salî qetil kirin

Li Cizîrê wesayita zirxî ya polîsan li zarokê 5 salî Hakan Sarak xist û qetil kir.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê wesayîta zirxi ya polîsan a ku li Taxa Nûrê dewriye digeriya derdora saet 17.00'an pê li zarokê 5 salî Hakan Sarak kir. Sarak ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizirê. Piştî ku mudeheleya destpêkê li Cizirê hate kirin Sarak sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hate kirin. Di rê de Sarak jiyana xwe ji dest da.

Her wiha dema malbata Sarak pirsa polîsan kir û got: "We çima kurê me kuşt" polîsan bersiva, "Hûn kurê xwe berdin ser kolanan, em jî wê bikujin." da malbatê.

Cenazeyê Sarak ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.