Polîsan li Cizîrê kesek birîndar kirin

Li Cizîrê di êrîşên polîsên Tirk ên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin de welatiyê bi navê Yusuf Kara bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku cara 4’emîn derketina kolanan hat qedexekirin, êrîşên polîsên Tirk bênavber didomin. Di encama gulebarana polîsan de welatiyê bi navê Yusuf Kara birîndar

Xebatkarên tenduristiyê ku diyar kirin ji ber ewlekariya canê wan nîne nikarin bên cihê bûyerê, Kurdistaniyan Kara li wesayîtê siwar kirin û gihandin ambulansê.

Kara yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tê dermankirin.