FLAŞ

Polîsan êrîşî gel kirin

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî mîtînga li Qoserê ya bi dirûşmeya “Li hemberî derbeya faşîst têkoşîna demokratîk” kirin.

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî mîtînga li ber Şaredariya Qoserê ya bi dirûşmeya “Li hemberî derbeya faşîst têkoşîna demokratîk” kirin. Bi hezaran kesên ku di dorpêça polîsan de bi saetan li qada mîtîngê rawestiyan, li benda destpêkirina mîtîngê man.

Parlamenterên HDP’ê Feleknaz Ûca, Erol Dora, Mîthat Sancar, Gulser Yildirim û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Demîr Çelîk, her wiha hevşaredar û rêveberên DBP û HDP’ê di nav gel de cihê xwe girtin.

Dema rawestandinê dirûşmeyên “Îradeya gel nikare bê xespkirin” , “Bijî Berxwedana li Meclîsê” û “Bijî Berxwedana YPS’ê” hatin berzkirin, alên HDP, DBP û kesk, sor û zer hatin rakirin.

Piştî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate qadê, polîsan êrîşî gel kirin. Dema êrîşê de bi bombeyên gazê û ava şid çûn ser girseyê.

Êrîşên polîsan didomin.

...