Polîsan 28 kes binçav kirin!

Li Mêrdîn û Rihayê 28 kes hatin binçavkirin.

Li Mêrdîn û Rihayê 28 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP’ê li gel komkujiyên sivîl operasyonên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Mêrdîn û Rihayê herî kêm 28 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan çek li xizmên binçavkiriyan kişandine.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê polîs û leşkeran bi ser 2 malên li taxên Mezopotamya û Îpekê de girtin û kalê 78 salî Osman Sariboga, Gulay Tapti û 3 welatiyên navê wan nayê zanîn binçav kirin.

Li navçeya Qosera Mêrdînê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtin û 5 welatî binçav kirin. Hat ragihandin ku li taxên Mezopotamya û Îpekê bi ser 2 malan de girtin û kalê 78 salî Osman Sariboga, Gulay Tapti û 3 welatiyên navê wan nayê zanîn binçav kirin.

Hevjîna Sariboga Sare Sariboga diyar kir ku polîsan destên wê, du zarokên wan û bûka wan dane dîwar û berê çeka xwe daye wan. Sariboga anî ziman ku ji ber ku wan bertek nîşanî vê pêkanînê daye polîsan gef li wan xwariye.

Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û welatiyên hatin binçavkirin piştî birin Fermandariya Cendermeyan a Qoserê, birin Mêrdînê.

RIHA

Li navçeya Siwêreg a Rihayê, hejmara kesên ku piştî êrîşa li hemberî polîsan di serdagirtina malan de hatin binçavkirin bû 17 kes.

Li navçeya Siwêreg a Rihayê hejmara kesên di serdagirtina malan de hatin binçavkirin bû 17 kes. Duh êvarê li navçeyê li hemberî wesayîta polîsan a ku Qeymeqam diparast, êrîşa çekdarî hatibû kirin. Piştî êrîşê, ber destê sibê polîsan bi ser malan de girtin û Şevger Sonkurt, Mesut Bagiskondu, Aydin Korkmaz, Mehmet Emîn Aluç, Veysel Gumuştaş, Mecnun Topal, Berzan Yildiz, Şehrîban Mîmkara, Utkun Arselîm, Yasemîn Oduncu û 7 kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin piştî karên li emniyeta navçeyê, anîn Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Hate zanîn ku 17 kes, ji ber êrîşa li hemberî polîsan hatine binçavkirin.