"PKK têkoşîna li dijî melisandinê ye"

Li bajarên Elmanya Bonn û Darmstadtê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin. Di çalakiyan de Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin, hat bîranîn.

Li bajarên Elmanya Bonn û Darmstadtê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin. Di çalakiyan de Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin, hat bîranîn.

BONN

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Bonnê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya Kurdistaniyên li Bonn û derdora wê dijîn, li Dûîsdorf Sporthaleyê pêk hat.

Şeva ku ji aliyê Navenda Çanda Demokratîk a Bonnê û Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî destpAê kir.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Gonul Kaya li vir peyivî û da zanîn ku 37 sal hem bi lehengiyan, hem jî bi êş û dersên mezin dagirtiye. 

Kaya got, "PKK li dijî bênasnametî, li dijî melisandin, xiyanet, tirs û newêrekiyê navê têkoşînê ye" û diyar kir ku ji Kanadayê yeta Awûstralyayê mirov li cem Kurdan têdikoşin.

Kaya bal kişand ser terora dewleta Tirk a ku li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û destnîşan kir, ku gelê Kurd ancax bi xweparastinê re dikare xwe biparêze. Kaya got, "Ciwanên me yên ku bi xweparastinê re gund û bajarên xwe diparêzin, bi vî ruhê dînamîk ê berî 37 salan hat destnîşankirin dimeşin. Li Kobanê, Sûrê, Farqîn, Cizîr, Gever û Nisêbînê bi vî ruhî li ber xwe dide."

Kaya nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir ku armanca wan di sala 38'an de azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di şevê de Kewê bi skeçên xwe, Binevş, Suleyman Çarnewa, Dogan Bîçen jî bi stranên xwe derketin pêşberî beşdaran.

DARMSTADT

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Darmstadtê jî hat pîrozkirin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stad Halle ya Bîebesheîmê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan şev hat lidarxistin. Ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li salonê goşeyek bîranînê hat amadekirin.

KARTAL: JI BO AZADIYA RÊBER APO, EM BIKEVIN NAVA ÇALAKIYAN

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ê li şevê amade bû, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê mafê axaftinê wergirt û qetilkirina Tahîr Elçî şermezar kir. Kartal got, "Em ne Kurdên beriya 50 salan e. Em îro stêrka şoreşa li Rojhilata Navîn e."

Kartal anî ziman ku berxwedana Kobanê û Şengalê, hêza Kurdan careke din nîşanî cîhanê da ye û got, "Êdî yekane tişta em bikin, ji bo azadkirina Rêber Apo pêkanîna çalakiyan e."

Piştî axaftinan li ser têkoşîna PKK'ê sînevîzyonek hat nîşandan.

Di bernameya çandî ya şevê de Koma Azad, Îbrahîm Rojhilat, Bêrîvan Altay û Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.

...