PKK: Komkujiya Enqereyê karê AKP'ê ye

PKK'ê destnîşan kir ku komkujî karê AKP'ê ye û got, "Ev komkujî, weke dewama şerê ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tê meşandin, hatiye kirin."

Komîteya Navendî ya PKK'ê, der barê komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK'ê destnîşan kir ku komkujî karê AKP'ê ye û got, "Ev komkujî, weke dewama şerê ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tê meşandin, hatiye kirin."

Komîteya Navendî ya PKK'ê diyar kir, ku komkujiya Enqereyê xeleka dawî ya êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

'KOMKUJÎ XELEKA DAWÎ YA ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ KURDAN Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YE'

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di 10'ê Cotmehê de li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me, êrîşa herî mezin hat kirin. 150 sosyalîst, şoreşger, demokrat, welatparêz, rewşenbîr û sendîkavan bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Bi sedan birîndar bûn. Ev komkujî, ji Teşkîlatî Mahsûs heta JÎTEM'ê, ji DAIŞ'ê heta Ocaxên Osmanî, xeleka dawî ya êrîşên sîstema şerê taybet a Tirk a li dijî sosyalîstan, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Dewleta Tirk, her çend bi hedef nîşandana DAIŞ'e re hewl dide berpirsyariya vê komkujiyê ji ser xwe biavêje jî, ev komkujî karê AKP'ê ye. Weke dewama şerê ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tê meşandin, hatiye kirin.

BIRYARA ŞER DI 30'Ê COTMEHA 2014'AN DE HATIYE WERGIRTIN

Di civîna 30'ê Cotmeha 2014'an a Desteya Ewlekariya Millî (MGK) de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Kurd de biryareke şer hatiye wergirtin. Bi vê biryarê re, rêbazên darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê û dema şerê qirêj ê salên 1990'î ji nû ve ketine meriyetê. Rêxistinbûyîn û pêkanînên ku li gorî qanûn û destûra bingehîn a heyî ya faşîst jî nikarin bên kirin, ji vê biryarê û pê ve bi rêya ekîp û rêxistinên veşartî yên derveyî qanûnî tên kirin. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, wê rêxistinên bi vî rengî li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê werin bikaranîn û komkujiyên bi vî rengî wê bên kirin.

'KOMKUJIYA ENQEREYÊ JI BO ÇAVTIRSANDIN Û TEPISANDINA KURDAN Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HATIYE KIRIN'

Rejîma paşverû û faşîst a li Tirkiyeyê, ji ber ku hevparbûyîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û têkoşîna demokrasiyê ya hevpar li hemberî xwe weke xeteriyekê dibîne, berê xwe daye êrîşên bi vî rengî. Hevparbûyîna têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, ji ber ku wê dawî li vê rejîma paşverû û faşîst bîne, vê rejîmê berê êrîşên xwe daye yekîtiya hêza demokrasiyê. Ya ku di 7'ê Hezîranê de AKP ji desthilatdariyê danî xwarê ev yekîtî ye. Ya ku rejîma faşîst a otorîter hegemonîk a heyî biqedîne jî, ev yekîtî ye. Lewma Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên bi hêzên demokrasiyê yên Kurd re tevdigerin hedef hatine girtin û bi vî rengî hatiye xwestin ku çavê wan bê tirsandin û werin tepisandin. Komkujiya Pirsûsê jî, komkujiya Enqereyê jî ji ber vê yekê hatine kirin. Heta ku rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê neyê nirxandin û helwesta hêzên siyasî ya di nava vê rewşê de neyê dîtin, nepêkan e ku ev komkujî were fêmkirin. Bi taybetî, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên li Tirkiyeyê hedef hatine girtin. Hêzên demokrasiyê ketin nava helwesteke ji bo pêkanîna yekîtiya Tirkiyeyê. Bi van êrîşan re hat xwestin, ku yekîtiya Tirkiyeya demokratîk a hêzên demokrasiyê dixwazin biafirînin, ji hev bên belavkirin.

Mîna salên 1990'î dema şerê qirêj destpê kiriye. Şer her timî gemarî ye, lê hin wextan hîn bêhtir bi qirêtî tê meşandin. Niha jî pêvajoyeke bi vî rengî ya şerê qirêt destpê kiriye. Komkujiya Enqereyê dewama komkujiyên Amed û Pirsûsê ye. Ev êrîş dewama êrîşa xistina Kobanê ye, ku bi mejiyê 'Kobanê li ber ketinê ye' re di 24'ê Hezîranê de bi DAIŞ û hêzên kûr ên dewletê re bi sedan jin û zarok qetil kirin. Yên ku ev 2 meh in li bajar, navçe, tax û kolanên Kurdistanê sivîlan qetil dikin û yên ku komkujiya Enqereyê kirin, yek in. Yên ku ne tenê li zindiyên Kurdan di heman demê de dijminatiyê li miriyên Kurdan jî dikin, yên ku êrîşî goristanan dikin, yên ku mirovahiyê li pişt wesayîtên polîsan bi erdê re dikişînin, li Enqereyê komkujî kirine. Ev hemû, bicihhatina biryara şer a di 30'ê Cotmeha 2014'an de di civîna MGK'ê de hatiye wergirtin e. Şer ne tenê li çiyê, li her cihên Kurd û hêzên demokrasiyê lê ne, tê meşandin.

'BILA TI KES EWLEKARIYA XWE JI DEWLET Û HIKÛMETÊ RE NEHÊLIN'

Ev rastî vê yekê radixe pêş çavan; jiyana gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, çep, sosyalîst, rewşenbîr û nivîskaran, bi xeteriyê re rû bi rû ye. Divê êdî ti kes, ewlekariya xwe jiyana xwe ji vê dewlet û hikûmetê re nêhele. Girîng e hemû hêzên demokrasiyê, di vê dema şerê qirêt de, ewlekariya xwe bi xwe bikin û di vî warî de tedbîrên xwe werbigirin. Aliyekî têkoşîna demokrasî û azadiyê jî, xweparastin û domdariya têkoşînê ya li ser vê bingehê ye.

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA HEVPAR MEZIN BIKIN'

Ev êrîş ji bo çavtirsandin û tepisandina hêzên demokrasiyê hatine kirin. Êş û hêrsa me gelekî mezin e. Lê belê li hemberî van êrîşên çavtirsandinê, divê em eniyeke berfireh ava bikin û êş û hêrsa xwe veguherînin têkoşîneke bi bandor. Eger ew dixwazin yekîtiya hêzên demokrasiyê ya bi hêzên demokrasiyê yên Kurd re bişikînin, eger dixwazin nehêlin ku hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigerin, girîng e em hîn bêhtir tevgera hevpar û têkoşîna hevpar xurt bikin. Eger ew dixwazin çavên hêzên demokrasiyê bitirsînin, weke hêzên demokrasiyê divê em bi ser van êrîşkaran ve bimeşin û ji bo pêkanîna hesreta şehîdên xwe ya Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk, Rojhilata Navîn a Demokratîk, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Berpirsyariya bi ser xistina hesreta şehîdên me, li ser milê hemû hêzên demokrasiyê, sosyalîst û şoreşgeran e. Weke PKK, ji bo xwedîderketina li hesret û bîranîna şehîdên me yên Enqereyê, em ê ji her demê bêhtir bi biryardarî têkoşîna afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad bimkeşînin. Şehadeta wan ji bo me, fermana afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad e. Şehadeta wan, nîşaneya nêzbûyîna Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad e.

'EV ÊRÎŞ DEMKÎ NÎNIN'

Ev êrîş demkî nînin. Êrîşên ji bo avakirina sîstemeke otorîter faşîst a mayînde ne. Tirkiyeya ku mîna berê nabe were birêvebirin; bi bêdengkirina şoreşger, demokrat û bindestan re, dixwazin veguherînin Tirkiyeyek ku ji nû ve ji aliyê hêzên mêtînger faşîst ve were birêvebirin. Ji ber vê yekê, pêwîste têkoşîn ji niha û pê ve veguhere têkoşînek li dijî zîhniyeta faşîst otorîter û têkoşîna ji bo rizgarbûna ji vê sîstemê. Her hêza di nava vê têkoşînê de cih negire, wê nikaribe ji aqûbeta gotina 'Bêdeng nemîn, tu bêdeng be wê sor bê te' rizgar bibe. 

Ji ber vê yekê, divê ruhê Hezîranê ne tenê ji bo hilbijartinê be, pêwîste veguhere rastiyeke têkoşînê, ku heta demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û azadbûna Kurdistanê blokeke demokrasiyê derxîne holê û hewl bide ji vê desthilatdariyê rizgar bibe. Fermana şehîdên Amedê, şehîdê Pirsûsê, şehîdên Kobanê, şehîdên Cizîr, Silopiya, Farqîn, Gimgim, Geverê û şehîdên Enqreyê ji bo me ev e. Wezîfeya sereke ya şoreşger û demokratan; bicihanîna fermana şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.

Bi komkujiya Enqereyê re rastiyeke din zelal bûye, ew jî; rizgarbûna ji hikûmeta AKP'ê û avakirina Tirkiyeyeke nû ya demokratîk a ji hemû cihêrengiyan, êdî rewşeke jêneveger e. Li ser vê bingehê, di çarçoveya fermana şehîdên Enqereyê de em bang li hemû hêzên sosyalîst, şoreşger demokratîk, hêzên demokratîk, kedkar, jin, bindest, civatên etnîkî û olî dikin, ku ji bo rizgarbûna ji hikûmeta AKP'ê eniya têkoşînê ava bikin û têkoşînê bilind bikin."