PKK: Di sala 38. de em bi berxwedana topyekûn re jiyana azad û demokratîk ava bikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurdistanê, pêşengiyên mirovahiyê û berxwedêrên têkoşîna sosyalîzm û şoreşê kir, ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurdistanê, pêşengiyên mirovahiyê û berxwedêrên têkoşîna sosyalîzm û şoreşê kir, ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin, vê berxwedanê li her cihî xurt bikin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em salvegera 37. a partiya xwe PKK'ê pîroz dikin. Ev meşa me ya azadiyê ku ji aliyê Rêberê me ve hat destpêkirin, ji aliyê şehîdên me ve hat mezinkirin û gelê me bi dayîn her şêwe berdêlan re xwedî lê derket, bi eşqa azadiyê gihaştiye sala 38'an. Di sala 38. a PKK'ê de em soza serketinê ya me daye gelê xwe dubare dikin."

PKK'ê ragihand ku mêtîngeriya Tirk ev sed sal in li Kurdistanê siyaseta înkar-tinekirinê û hemû rêbazên qirkirinê dimeşîne û got, "Zimanê Kurd qedexe kir, bi înkarkirinê re çanda Kurd talan kir, bênasnametî û bêstatutiyî li ser gelê me ferz kir û xizanî li derdorê belav kir. Xwe spart hemû hevsengiyên herêmî û navneteweyî yên li ser înkara Kurdan hatin avakirin û bi vê palpiştiyê re her tiştên bi navê Kurdistanê xist binê axê û beton rijand ser wê. Mêtîngerî hat rûniştandin û polîtîkayên qirkirinê hin encam bi xwe re anîn. Înkara xwe di asteke girîng de dan pejirandin, bi serdestkirina bênasnametiyê re navê 'Kurd' anîn ber tinebûnê. 'Kurdewarî' bi dûrketina ji xwe re veguherî tiştekî hatiye jibîrkirin û nayê naskirin."

'PKK DI NAVA TARÎTIYÊ DE BÛ ROJEK Û HILAT'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "PKK di nava van şert û mercan de, bû rojek û ji nava tarîtiyê hilat" û ev xal hat destnîşankirin: "Ev pêngava dîrokî ya ku bi dengê azad ê Rêber Apo re bi tespîta 'Kurdistan mêtîngeh e, rizgariya ji vê bi têkoşînê dibe' destpê kir, di dîroka Kurdistanê de serdemek girt û serdemeke nû ya ronî da destpêkirin. Sekna bi vîn û azad a komek ji ciwanên bi pêşengiya Rêber Apo li dijî zilma mêtîngerî û modernîteya kapîtalîst civiyan, bi PKK'ê re şênber bû û li hemû parçeyên Kurdistanê belav bû. Bi vê yekê re bisînor nema, asta guherîna civakî ya di nava civaka Kurdistanê de afirand derxist derveyî sînoran û weke vebijarka herî xurt a azadiyê ket nava rojeva mirovahiyê.

PKK'ê di herikîna dîrokê de ruhê her serdemê xwend û xwe nû kir. PKK bû şoreşgeriyeke bingehîn ku bersivê dide şoreşgeriyê. Ev dîroka ku her kêliya xwe bi têkoşîn, berxwedan û hewldana afirîneriyê ya bêhempa tijî ye, di şexsê gelê Kurd de veguheriye vebijarka rizgarî û berxwedana tevahiya mirovahiyê. Ev berxwedana ku dîroka şaristaniya demokratîk destnÎşan dike, heta roja îro bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam dike.

Êrîşên komên çete yên faşîst ên bi desteka sîstema şerê taybet a TC îro li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê li dijî gelê me tên kirin, dewama pêkanînên qirkirinê yên li hemberî civaka Kurdistanê ye. Hêza ku li Kobanê komkujî kir û hêza li Farqîn, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Sûr û Liceyê bi tank, top û balafiran êrîşî Kurdistaniyên dibêjin xwerêveberî dike, heman hêz e. Lê belê her hewldaneke komkujiyê ya TC yekser bi xwe yan jî bi rêya taşeronan dike, di nava gelê me de êdî rê li ber têkçûn û çavtirsandinê venake. Berevajî ev hewldanên komkujiyê dibe sedema îsyanên hîn mezintir, berxwedanên hîn xurttir. Çirûskên serhildanê her roj li bajar û bajarokên nû vêdikevin, kelehên berxwedanê bilind dikin û rastiya gelê me yê têdikoşe, xurt dike."

'EM DI DEMÊN PÊKHATINA MEŞA SERKETINÊ DE NE'

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi vî rengî dewam kir:

"Dîroka partiya me ya 37 salan, bi têkoşîneke bêhempa û afirandina serketinên mezin ji nava derfetên kêm, di hiş û mejiyan de neqişiya ye. Îro jî em di wê demê de ne ku ev serketin derketine asta herî bilind û bi rêbertiya şervanê azadî û edaletê Rêbertiya me re, meşa azadiyê pêk tê. Sîstema xwe dispêre zilm, zext û înkarê hilweşiya ye. Dengê yên dibêjin 'Wê azadî bi ser bikeve!' bêhtir bi heybetî tê bihîstin. Hesreta gelê me ya ji bo azadiyê û daxwaza xwegihandina Rêberê azad, mîna çemekî rabûye hemû bendên li pêşiya xwe hildiweşîne û diherike. Gelê Kurdistanê yê li bajar, bajarok û çiyê rabûye ser piyan, bi şiyara xwerêveberiyê, ber bi serketin û jiyaneke azad ve dimeşe.

'JINA KURDISTANÊ PÊŞENGA BERXWEDAN Û JIYANA AZAD E'

Jina Kurdistanê ku bi pêşengiya PKK'ê re ber bi azadiyê ve dimeşe, bûye xwedî artêş, bûye partî û di têkoşîna azadiya jinên cîhanê de xwedî cihekî girîng e, bi PKK'ê re xwe afirandiye û di nava PKK a bi îdeolojiya xwe ya rizgariya jinê re di nava şoreşê de şoreş pêk aniye, bi vî rengî pêngavên girîng di sosyalîzmê de avêtiye, bûye hêza pêşeng. Jina Kurdistanê bi qasî ku li tevahiya Kurdistanê pêşenga berxwedan û jiyana azad e, veguheriye dînamîka bingehîn a têkoşîna azadiya jinên cîhanê. Jina Kurd ku zanistiya azadiyê bi têkoşîna xwe re afirand û berxwedan xurt kir, îspat kiriye ku ew garantiya pêşeroja demokratîk û azad a civaka Kurdistanê ye.

'ROLA CIWAN PÊ RADIBIN, WÊ GELÊ ME BIGIHÎNE AZADIYÊ'

Ciwanên şoreşger welatparêz ên li ser şopa Rêber Apo yê bi ciwantî destpê kir û her roj bi afirîneriyên nû re ciwantiyê sosyolojîk dike, di roja îro de bi pêşengiya PKK'ê rola xwe ya pêşengiyê bi biryardariyeke mezin bi cih tînin. Ev rola ciwan pê radibin, wê gelê me bigihîne azadiyê, ciwanan jî weke hêza afirîner û pêşeng a jiyana watedar, bi ser bixîne."

'EM TEVLÎ BERXWEDANA LI HER CIHÎ TÊ MEŞANDIN BIBIN Û VÊ BERXWEDANÊ XURT BIKIN'

PKK'ê da xuyakirin ku îro li hemû parçeyên Kurdistanê berxwedan tê bilindkirin, pêngavên azadkirinê dewam dikin û wiha dewam kir: "Li ser vê bingehê, em serketina pêngava Holê, azadkirina Şengalê û berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê ku beşeke girîng a berxwedana topyekûn e pîroz dikin, hemû şehîdên xwe yên di van berxwedanan de canê xwe feda kirine bi rezdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hêjayî bîranîna wan bin.

Bi coşa vê meşê re em salvegera damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe, hemû mirovahiya azad û demokratîk, hevrêyên xwe yên li çiyê, zîndan û bajaran li ber xwe didin pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna sala 38'an, tevî Rêberê xwe, gelê xwe, bajar û gundên xwe wê Kurdistanê bexçeyê azadiyê şîn bike. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê, raya giştî ya demokratîk, pêşengên mirovahiyê yên dixwazin di nava civakeke demokratîk û azad de bijîn, berxwedêrên şoreşê û têkoşîna sosyalîzmê dikin ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin, li her derê berxwedanê xurt bikin û bi berxwedna topyekûn re jiyana azad û demokratîk ava bikin."