BI DÎMEN

Piştî êrîşên hêzên rejîmê, çete jî êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê dikin

Di êrîşên hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) û ENKS’ê de li Taxa Şêx Meqsûdê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Di êrîşên hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) û ENKS’ê de li Taxa Şêx Meqsûdê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Êrîşên rejîm, çeteyên SÛK û ENKS’ê bi kamerayên ANF’ê hatin tomarkirin.

Hêzên rejîma BAAS’ê îro saet 12.21’an êrîşek hewayî li ser Taxa Şêx Meqsûdê li dar xistibû. Piştî êrîşên hêzên rejîmê, vê carê jî çeteyên SÛK’ê û ENKS’ê bi topên cehenemê bi awayekî dijwar êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin.

Di encama êrîşan de yek jê zarok 2 sivîl birîndar bûn. Di êrîşan de zarokê bi navê Koser Hemen ê 10 salî û Mihemed Eslan ê 70 salê bi giranî birîndar bûne.

Ji ber êrîşan, di malên gel de jî zerarên mezin pêk hatin.

Êrîşên çeteyên SÛK’ê û ENKS’ê hê jî li ser Taxa Şêx Meqsûdê didomin.