Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Amedê dewam dikin
Li Amedê ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê bi hezaran kes li meydana 5'ê Hezîranê li hev civiyan. Li gel qîrîna dirûşmên ji bo ked û aştiyê, girseya gel li ber stranên şoreşgerî govendê digerîne.
Li Amedê ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê bi hezaran kes li meydana 5'ê Hezîranê li hev civiyan. Li gel qîrîna dirûşmên ji bo ked û aştiyê, girseya gel li ber stranên şoreşgerî govendê digerîne.
Bernameya 1'ê Gulanê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şoreşgerên li Pirsûs, Enqere û 5'ê Hezîranê li Amedê jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û Cîgira Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel axivîn.
Yuksek di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser pergala kedxwarinê ya li hemberî karker û kedkaran tê meşandin û destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de sîstema Rojhilata navîn û cîhanê diguhere. Yuksek got, "Ez di wê baweriyê de me ku Kurd wê di nava vê sedsala li pêşiya me de bibin xwedî mafên xwe. Modela rêveberiyê ya îro li Rojava tê avakirin, wê hem pirsgirêka kedê hem jî pirsgirêka Kurd çareser bike. Em alîgirê xweseriyeke demokratîk a nêzî sîstema li Rojava ne. Yek ji sedema daxwaza me ya xweseriya demokratîk, parastina rewşa yekpare ya dewletê û sedema duyemîn jî parastina mafên kedkar û gelan e. Divê hemû karker û kedkar bêyî teredûtê bikin, yekser destekê bidin vê sîstemê."
AKP QANÛNÊN KOLEDARIYÊ DERDIXÎNE
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî got, "Li febrîqeyan, li kolanan, li kargehan, li nava sendîkayan û li her qada jiyanê em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî serdestasn bidomînin. Weke ku tê zanîn, hikûmeta AKP'ê di bin navê qanûna 'torba' de qanûnên koledariyê derdixîne. Vê yekê li hemberî hemû kedkaran dike, bi taybetî keda jinê ji nedîtî ve tê. Weke HDP'ê, ji bo keda hemû kedkaran bê dîtin, ya ji destê me bê emê her bikin."