BI DÎMEN

Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome

‘Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê’ ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daye destpêkirin, bi hemû hêza xwe di roja 3’emîn de didome.

Piştgiriya gelên Ereb, Tirkmen, Suriyanî û Asûrî ji QSD’ê re didome. Gelên ku li heremê dijîn tevlî nava refên QSD’ê bûn û ji bo hemleya azadkirinê şer dikin. Tê payîn ku QSD’ê operasyona xwe berfirehtir bike.

2 gundik, gundên Fatse û Waste, gundên Qirtaca, Mitşerce, Nemrudiyê, Indibên, Mitemeşrîcê di çarçoveya operasyonê de hatin rizgarkirin.

Her wiha balafirên şer ên Koalîsyonê jî hedefên hatine diyarkirin bomberdûman dikin.

...