Pêşmergeyan ji eşîrên Ereb ên Sûnî re gotin: Ji bo Hewîcê fermo hûn bidin pêş

Eşîrên Ereb ên Sûnî yên li Kerkûkê, ji bo Hewîcê ji DAIŞ'ê paqij bikin bang li pêşmergeyan kirin. Wezareta Peşmergeyan bersiv da vê bangê û ji eşîran re got, "Ti planeke me tineye. Em dikarin ji we re bibin alîkar, fermo hûn Hewîcê rizgar bikin."

Parlamenterê Kerkûkî Xalid Mefrîcî weke nûnerê Erebên Sûnî yên li Parlamenta Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê û ji Serokwezîr Haydar Ebadî xwest operasyona rizgarkirina Hewîcê bi lezgînî bide destpêkirin. Mefrîcî da xuyakirin, ku divê ev herêm ji aliyê hêzên Ereb ên Sûnî ve were rizgarkirin.

Xalid Mefrîcî got, "Em weke nûnerên Erebên Kerkûkî yên li Parlamenta Iraqê dixwazin, artêşa Iraqê û Heşdî Eşayir dest bidin hev û operasyona rizgarkirina Hewîcê bidin destpêkirin. Bila pêşmerge bi tenê hêza piştgiriyê be. Hêzên pêşmergeyan di azadkirina herêmên din de gelek şehîd dan. Yên di vê operasyonê de şehîd bikevin bila zarokên me bin."

WEZARETA PÊŞMERGEYAN: FERMO HÛN BIDIN PÊŞ

Wezîrê Pêşmergeyan Cabbar Yawer ji ajansa nûçeyan a Xendan a li Başûrê Kurdistanê re axivî û diyar kir, ti planeke hêzên pêşemergeyan ji bo vê operasyonê nîne. Yawer got, "Di vî warî de ti nîqaşa me bi Wezareta Parastinê û rêveberiya navendî re nebûye. Operasyoneke bi vî rengî neketiye rojeva Wezareta pêşmergeyan." Yawer, bang li yên ev daxuyanî dane kir, ku operasyonê bikin.

Yawer got, "Ev mijar, nêrîna şexsî ya kesên daxuyanî dane çapemeniyê ne. Em ê destekê bidin hewldana wan a ji bo rizgarkirina Hewîcê. Fermo bila ew Hewîcê rizgar bikin.

Hêza Heşdî Eşayir a qala wê tê kirin, hêzek ji Erebên Sûnî pêk tê û li tevahiya Iraqê 750-3000 şervanên xwe hene.