Pêşî li vîna Şengalê hat girtin

Beriya komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an ku bi hezaran mirov hatin qetilkirin, pênc hezar mirov dîl hatin girtin û bi deh hezaran mirov neçar man koç bikin, bûyerên qewimîn û peymanên veşartî yên hatin morkirin, bi demê re aşkera bûn.

Di ser Komkujiya li Şengalê re salek derbas bû. Beriya komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an ku bi hezaran mirov hatin qetilkirin, pênc hezar mirov dîl hatin girtin û bi deh hezaran mirov neçar man koç bikin, bûyerên qewimîn û peymanên veşartî yên hatin morkirin, bi demê re aşkera bûn.

Tevî hemû operasyonên qirkirina siyasî û çandî û êrîşan jî, Operasyona Azadkirina Şengalê ya gerîlayên HPG/YJA STAR û şervanên YBŞ/YPJ-Şengalê di 19'ê Kanûna 2014'an de dan destpêkirin, dewam dike.

Gelo Şengal beriya vê pêvajoyê di rewşeke çawa de bû? Bi çi rengî gihaşt van rojan?

REJÎMA BAAS Û POLÎTÎKAYA ZEXTÊ

Di sala 1974'an de rejîma Baas a bi desthilatdariya Saddam Huseyîn, demografiya Şengal (Sîncar) a ser bi Mûsilê guhert û xwest Herêmek Ereb ava bike. Bi vê armancê Kurdên Êzidî yên li Şengalê ber bi rojhilat ve bir û li şûna wan Ereb bi cih kir. Gundên Êzidî hatin şewitandin, gundî hatin qetilkirin. Ji bo Êzidiyên gundên wan hatin şewitandin kampên komkirinê hatin avakirin. Li van kampan hewldanên Erebkirina Êzidiyan dewam kirin.

SIYASETA PDK'Ê Û QIRKIRINA SIYASÎ

Piştî ku rejîma Baas di 9'ê Nîsana 2003'an de hilweşiya, li Iraqê Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê ya ser bi PDK û YNK'ê ava bû. Şengal jî bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hat girêdan. Lê belê ji sala 2003'an heta 3'ê Tebaxa 2014'an, zexta Erebên Sûnî û Kurdên Sûnî li civata Êzidî dewam kirin. Di vê çarçoveyê de li gelek gundên Êzidiyan ên kampên komkirinê hebûn, komkujî hatin kirin. Di sala 2007'an de li gundê Siba Şêx Xidir ê li başûrê Şengalê di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de, li gorî Heyva Sor a Iraqê 796 Êzidî hatin kuştin, 1562 jî birîndar bûn. Civata Êzidî gelek caran li gefa komkujiyan rast hat. Tevî vê Şengal a dora wê bi Ereban hatiye pêçandin, piştî dagirkeriya Amerîkayê bû hedefa Îslamiyên tund. Tevî vê yekê jî ti tedbîr nehatin girtin.

Piştî ku rêveberiya Şengalê di sala 2003'an de ket destê PDK'ê, civata Êzidî li qirkirineke siyasî rast hat. Li pêşiya rêxistinbûyîna gel, gelek astengî hatin derxistin. Endamê Ciwanên Şengalê Zerdeşt Şengal da xuyakirin ku bi van astengiyan re hewl hat dayîn hevgirtin û vîna civata Êzidî bê şikandin û got, "Piştî ku PDK'ê di sala 2003'an de rêveberî xist destê xwe, li hemberî civata Êzidî qirkirina siyasî rû da. Destûr nedihat dayîn gel xwe bi rêxistin bike û partiyên siyasî ava bike. Li aliyê din destûr nedihat dayîn ku dibistan û nexweşxane werin vekirin. Bi vî rengî gel bi derve ve dihat girêdan û hewl dihat dayîn ji xaka xwe bê dûrxistin, ji çand û dîroka xwe bê dûrxistin. Ji bo gel ji çand, civak û dîroka xwe dûr nekeve, Tevgera Êzidiyan a Demokratîk û Azad (TEVDA) xebat dimeşand. Lê belê welatiyên dihatin vê saziya me, rastî gef û zextên PDK'ê dihatin."

RÊXISTINBÛYÎNA DAIŞ'Ê

Piştî destwerdana duyemîn a DYA li Iraqê re li dû hilweşandina rejîma Baas di Adara 2003'an d DAIŞ bi navê 'Dewleta Îslamê ya Iraqê' weke tevgerek li dijî Amerîkayê xwe bi rêxistin kir. DAIŞ'ê destek ji general û rêxistinbûyîna Baasê girt û bi vî rengî li qadeke berfireh belav bû. Bi çek û biryargehên li çola Iraqê yên dewleta Iraqê re hêza xwe xurt kir. DAIŞ'ê çeteyên li dora xwe civand xist rewşeke sîstema artêşê û ji Bakurê Afrîkayê heta Iraqê çalakiyên mezin ên bi xwîn pêk anî. Dema ev kir jî li qada civakî olperestî bi kar anî. Dîmenê hemû çalakiyê xwe kişand û di nava gel de rê li ber tirs û xofê vekir; ji gelemperiya cîhanê destek dît.

Ji rêveberên TEVDA'yê Mûnzûr Dêrsim da xuyakirin ku DAIŞ ji bo bala Misilmanan bikişîne, ji tecrûbeya gelek rêxistinan sûd wergirt û got, "DAIŞ'ê bi vî rengî li qadeke berfireh belav bû. Bi afirandina tirsê di nava gel de di serî de Rojavayê Kurdistanê êrîşî gelek cihan kir."

CIVÎNA AMMANÊ

Di 1'ê Hezîrana 2014'an de li paytexta Urdun Ammanê bi beşdariya Amerîka, Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û PDK'ê civînek hat lidarxistin. Rojnameya Ozgur Gundemê ragihand ku di vê civînê de plana dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin. Yek ji fermandarên YBŞ'ê Serxwebûne Cevahîr diyar kir ku di vê civînê de plana parçekirina Sûriye û Iraqê bi sê parçeyan hatiye kirin û got, "Di civîna li Ammanê de Amerîka, Brîtanya Erebîstana Siûdî, Tirkiye, PDK û Ebûbekîr Bagdadî ku hingî Ebûbekîr Îbrahîm bû, amade bûn. Di vê civînê de plana parçekirina Iraq û Sûriyeyê bi sê parçeyan hat kirin. Di nava vê parvekirinê de xwestin Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeta PDK'ê ve girê bidin. di 8'ê Hezîranê de jî ev dewletên ku Qatar û Urdun jî li wan zêde bû, li Iraqê civînek pêk anîn. Di vê civînê de planên dayîna Mûsilê ji bo DAIŞ'ê hat amadekirin."

DAGIRKIRINA MÛSILÊ JI ALIYÊ ÇETEYAN VE

Di 10'ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ'ê ketin nava bajarê Mûsilê yê di bin kontrola dewleta Iraqê de. Ji Fermandarên YBŞ'ê Serxwebûn Cevahîr anî ziman ku Mûsil bêyî şer derkeve hatiye dagirkirin û bibîr xist ku li Mûsilê 130 hezar leşkerên Iraqê û 30 hezar pêşmergeyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hebûn. Cevahîr da zanîn ku li Mûsilê bi tenê 12 leşkerên Iraqê yên Êzidî li dijî çeteyan şer kirin, lê belê piştî ku cebilxaneya wan qediya serê wan hatin jêkirin û cebixalenay artêşa Iraqê ket destê çeteyan.

Ji Rêveberên TEVDA'yê Mûnzûr Dêrsim anî ziman ku piştî dagirkirina Mûsilê çeteyên DAIŞ'ê dest bi planeke cuda kirine û di vê çarçoveyê de berê xwe daye bajarokê Tel Afer ê Mûsilê.

ÊRÎŞA DAIŞ'Ê LI HEMBERÎ TEL AFERÊ

Çeteyên DAIŞ'ê di 16'ê Hezîrana 2014'an de êrîşî bajarokê Tel Aferê kir ku hingî 200 hezar Tirkmen lê hebûn. Di vê êrîşê de bi hezaran Tirkmen hatin qetilkirin, 800 jinên Tirkmen dîl ketin destê çeteyan, bi deh hezaran Tirkmenan xwe li Êzidiyên li Şengalê girtin.

PKK'Ê XWEST GERÎLA BIŞÎNE

Piştî dagirkirina Mûsil û Tel Aferê ji aliyê DAIŞ'ê ve, PKK'ê bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hin hevdîtin kir û xwest hêza gerîla bişîne Şengalê. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di hevpeyvîneke xwe ya li rojnameya Azadiya Welat de wiha digot: "Rêber Apo ji bo parastina Şengalê gelek caran peyam şandibû. Herî dawî diyar kiribû ku divê Şengal û Kerkûk bê parastin. Me jî dît ku xeterî nêzîk dibe û pêşniyar li PDK û YNK'ê kirin. Tevgera me got, 'Em dixwazin bi agahdariay we hêzên gerîla bişînin Mexmûr, Kerkûk û Şengalê'. PDK'ê got, 'her tişt di bin kontrolê de ye'. YNK'ê jî heman bersiv da û dîsa jî got, 'Eger pêwîstî hebe em ê agahiyê bidin we'. Dema li rewşeke bi vî rengî rast bê, weke PKK em her tim rê û rêbazên xwe esas digirin. Ji bo di rewşeke pêwîst de em karibin bikevin nava tevgerê, diviyabû me amadekarî bikira. Ji bo Şengalê me 12 hevalên xwe amade kirin. Min ji wan 12 hevalan re gotibû: 'Derwêşê Evdî bi 12 siwariyan ji bo rizgarkirina Kurdan çû. Hûnê jî bi 12 kesan Şengalê biparêzin. Ji bo Mexmûrê me 8 heval, ji bo Kerkûkê jî komek heval amade kir. Ev hemû hevalên pispor û xwedî tecrûbe bûn. Me ew bi awayekî veşartî şandin. Hevalên me bi rêyên qaçax xwe gihandin Şengalê."

GIHÎŞTINA KOMA PKK'Ê YA ŞENGALÊ

Ji fermandarên YBŞ'ê Serxwebûn Cevahîr anî ziman ku piştî dagirkirina Mûsilê koma PKK'ê ya ji 12 kesan hat Şengalê û di nava gel de xebat meşandin û got, "Em sê kes li qada Cezaa man û ji perwerdeya xweparastinê ya Êzidiyên Şengalî re berpirsyar bûn. Hevalên me yên din derbasî Çiyayê Şengalê bûn."

Koma ji 9 kesan a gihaşt Çiyayê Şengalê xebatên gel meşand û xebatên birêxistinkirina ciwanên Êzidî kir. Ji fermandarên YBŞ'ê Memo Mêrdîn anî ziman ku wan li mal bi mal, gund bi gund xebat meşandine, dîtne ku di nava gel de psîkolojiya tirsê heye û PDK jî ne amade ye. Mêrdîn got, "Çeteyên DAIŞ'ê bi hêza Mûsil û Tel Aferê dagir kir re xwe nêzî Şengalê kriibûn. Êdî aşkera bû ku wê êrîşî Şengalê bikira. Me jî ciwanên Êzidî perwerde kirin û ji bo perwerdeya xweparastinê bidin dişand cem hevalên xwe yên li qada Cezaa ya Rojavayê Kurdistanê. Koma destpêkê ya me şand 14 kes bû. Ew piştî perwerdeya 14 rojan vegeriyan cem me. Bi wan re me li gundan dest bi xebatê kirin. Bi gel re me civîn ldar xistin. Di nava gel de tirsa êrîşa DAIŞ'ê hebû. Lê tevî vê hêvî dikirin ku pêşmerge wan biparêzin. Li gundên me xebat lê meşandin, dema me li mewziyên pêşmergeyan temaşe dikirin, em bi xeteriyê hesiyan. Li gundê Gir Zerik me civîneke ku rêveberên payebilind ên pêşmergeyên YNK û PDK di nav de hebû, civînek lidar xistin. Me çavdêrî û nêrînên xwe ji pêşmerge û gel re gotin. Me gotin ku pêwîste gel ji aliyê xweparastinê ve were perwerdekirin. Ji bo mewziyên pêşmergeyan jî me bal kişandin ser şaşîtiyan. Ji ber ku li gundên em çûnê mewziyên pêşmergeyan li devê gund, li dawiya gund bûn. Her wiha çeperên hatibûn çêkirin, li hemberî çekên giran bêwate bûn. Wan jî ji me re gotin, 'Em bi hev re li mewziyên xwe bigerin. Hûn ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbe ne. Em dixwazin ji van tecrûbeyên we sûdê werbigirin.' Lê belê di mewziyên xwe de ti guhertin nekirin. Nehiştin gel bê birêxistinkirin û perwerdeya leşkerî bê dayîn. Li hemberî vê rewşê me xebatên xwe bi awayekî veşartî zêde krin. Me perwerde da 50-60 ciwanên Êzidî."

PDK'Ê 3 GERÎLA GIRT

Piştî ku PDK'ê xebatên rêxistinkirina gel ên milîtanên PKK'ê dît, 3 gerîla û welatparêzek girt. Endamê Ciwanên Şengalê anî ziman ku PDK'ê destûr neda xebatên gerîla, zext li gundan kir, mirov girt û got, "Ji ber ku haya me ji xeteriyê hebû, me hem gel bi rêxistin dikir, hem jî cih û gund keşif dikir. Dema li gundê Xanesorê me xebat dimeşand, ji nişka ve em girtin. Em anîn Asayîşa Pêşmergeyan a li Şengalê û xistin lêpirsînê. Îşkenceya psîkolojîk li me dikirin. Digotin, 'Çi karê we li vir heye, çima hûn civînan lidardixin, ji gel dixwazin xwe biparêze, hûn çima gel bi rêxistin dikin'. Digotin 'Li vir em hene, ji bilî me em hêzeke din naxwazin. Heta ku em biryarê nede gel nikare tiştekî bike. Hûn tevlî vî karî nebin. Hevalên xwe yên din jî ji vir derxînin.' Ji me cihê hevalên me pirsîn, lê ji ber ku me bersiv neda dest û çavên me girêdan û 15 saetan em di binê rojê de li ser kursiyekê dan rûniştandin. Piştî 12 rojên li Şengalê em anîn Duhokê. Di encama hewldanên rêxistina me de piştî 29 rojan em serbest hatin berdan."

AGAHIYA BI TELEFONÊ YA BERIYA DU ROJAN HAT

Ji fermandarên YBŞ'ê Memo Mêrdîn da xuyakirin ku piştî girtina sê hevalên wan, gerîlayên PKK'ê li Çiyayê Şengalê bi cih bûn û xebatên xwe yên perwerdeyê li çiyê dewam kirin. Mêrdîn ragihand ku du roj beriya Komkujiya 3'ê Tebaxê agahî ji wan re hat ku Şengal hatiye firotin û got, "Piştî hevalên me hatin girtin, PDK'ê zextên xwe zêde kir. Me li çiyê perwerde dan ciwanan. Di dema amadekariyên xwe de kesekî wî nas bikim bi rêya telefonê li min geriya û got Şengal ji çeteyan re hatiye firotin. Me ji vê agahiyê bawer nekir, lê belê me lez da xebatên xwe."

PDK'Ê DEST JÊ BERDA Û REVIYA

Çeteyên DAIŞ'ê gelek caran bi hawan û topan êrîşî gundên Êzidiyan dikirin. Beriya komkujiyê ev êrîşên xwe zêde kir. Êvara 2'ê Tebaxê ji bo dîtina rewşa Şengalê, êrîşî gundên Siba Şêx Xidir, Gir Zerik û Til Ezer kirin. Ji fermandarên YBŞ'ê Dilşêr Herekol diyar kir ku piştî çeteyan êrîşî van gundan kirin pêşmergeyên pêşmergeyên hejmara wan bi qasî 10 hezar bû, bêyî parastinê bikin herêm terikandin û got, "Em bi awayekî bêçek û sivîl li bajarokê Sinûnê yê li bakurê Çiyayê Şengalê bûn. Ji gundên rastî êrîşê hat mirovan telefonî me kirin û gotin ku çeteyan êrîş kirine pêşmerge jî reviyane. Me jî ji wan re gotin, 'hûn xeta xwe biparêzin, em ê werin alîkariya we'. Dema me xwe berdan Şengalê, Asayîşa Pêşmergeyan destûr neda me. Gundiyên ku heta serê sibehê şer kirin, piştî ku cebilxaneya wan qediya neçar man birevin. Yên derfet dîtin reviyan, gelek jin û zarokên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ'ê."

LEHENGÊN BÊ NAV ÊN BI BIRYARDARÎ LI DIJÎ TANKAN LI BER XWE DAN

Ji fermandarên YBŞ'ê Memo Merdîn da zanîn ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û diyar kir ku bi dehan ciwanên Êzidî li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Mêrdîn got, "Dema çeteyan êrîşî van gundan kirin, gundiyan berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi dehan ciwan li van gundan şehîd ketin. Bi dehan ji wan lingên xwe bi zincîrê girêdan û heta ku tank û panzeran pê li wan kirin, şer kirin. Mewziyên xwe neterikandin. Em gelekî ketin nava hewldanan ji bo navê wan hevalan hîn bibin, lê belê me tespît nekirin. Ewê mîna şervanên YBŞ'ê û gerîla di dilê me de bijîn. Di nava vê berxwedana ji Derwêşê Evdî heta Şehîd Dilgêşan cih girtin. Tank hatin pê li wan kirin, lê belê wan mewziyên xwe neterikandin. Mirovên dixwestin bi vî rengî li hemberî dijmin li ber xwe bidin, bê çek û bê cebilxane hatibûn hiştin. Heta fîşa dawî şer kirin û piştî cebilxaneya wan qediya bi dehan mirov dîl ketin û hatin qetilkirin. Naxwe DAIŞ nikarîbû gavekê jî bi pêş ve bihata. Gel bi vî rengî li ber xwe dida. Lê pêşmerge bêyî fîşekekê biteqîne reviya. Divê gel û dîrok vê rewşê ji bîr nekin."

...