BI DÎMEN

Pêngava Xezeba Firatê: Şervan ketin nava 3 gundan, şer didome

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi operasyona rizgarkirina gundên Mezrea Hikumiye, Kebîş a Rojava û Royalê kirin. Li van gundan şer didome. Gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne.

Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê hefteyek li dû xwe hişt. Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatin girtin, şervanên QSD'ê ketine nava gundên Mezrea Hikumiye, Kebîş a Rojava û Royalê.

Şervanên QSD'ê li gundê Merea Hikumiyê bi pêş ve diçin. Çeteyan hewl dan êrîşeke bombeyî ya xwekuj bikin û bi destwerdana şervanên QSD'ê re şer derket. Tevî çeteyê ku hewl da bombeyên li ser xwe biteqîne, gelek çete hatin kuştin. Lê der barê kuştiyên çeteyan de agahiyeke zelal bi dest neketin. Şerê li herêmê dewam dike.

Ji aliye rojava ve jî şervan bi du baskan ketin nava liv û tevgerê. Şervanên baskê yekemîn berê xwe dan gundê Kebîş a Roajva, baskê duyemîn jî ber bi gundê Royalê ve bi rê ket. Li van her du gundan, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime. Çeteyekî hewl da bombeyê li ser xwe biteqîne, ji aliyê şervanan ve hate kuştin. Li vê derê, di şer de herî kêm 7 çete hatin kuştin. Şerê li her du gundan dewam dike.

Şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan dixin û bi pêş ve diçin.