Pêngava Xezeba Firatê: Gundê Hetaşê hate rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) danê vê sibehê gundê Hetaşê yê li bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di encama şerekî dijwar de gundê Hetaşê yê li bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqjkirin.

Gund danê vê sibehê hate rizgarkirin û şervanên QSD'ê dest bi lêgerîn û karê paqijkirina gund ji bermayiyên çeteyan kirin.

Şervanên QSD'ê, di çarçoveya Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de gundên Ûm Tenek, Bîr Cerba û Cerwa yên li heman herêmê ne, duh bi şev rizgar kiribûn.