NÛ BÛ

Pêngava Xezeba Firatê: Baskên Eyn Îsa û Qadiriye gihîştin hev

Pêngava Xezeba Firatê derbasî qonaxeke nû bû. Baskên Eyn Îsa û Qadiriye, ku di qonaxa duyemîn de ketin nava tevgerê, li gundê Kermanco gihîştin hev.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên ji Qadiriye bi rê ketin, gundê Kermanco rizgar kirin.

Hêzên ji Eyn Îsa jî ketin nava tevgerê, piştî ku êrîşên li gundê Cebil Şêîr têk birin, ji sê baskan ve berê xwe dan heman xetê û gundê Huvecê rizgar kirin.

Baskê ji Eyn Îsa û baskê ji Qadiriye bi rê ketin, saet di 13:05 de li gundê Kermanco gihîştin hev. Piştî ku her baskên Eyn Îsa û Qadiriye gihîştin hev, 45 gund û 20 gundikên li rojavayê gundê Segulê û rojhilatê Til Semenê dorpêç bûn.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê her bi pêş ve diçin.