Pêngava Xezeba Firatê: 4 gundên din hatin rizgarkirin

Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de şervanan 4 gundên din ji DAIŞ'ê paqij kirin û dor li gundekî girtin.

Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hat destpêkirin, bi qonaxa sêyemîn dewam dike.

Li gorî agahiyên ji heremê hatine bidestxistin, şervanên ku li rojhilatê Reqayê bi pêş ve diçin,d anê vê sibehê gundên Berdan Xerbî, Fenan Şerqî, Tiyûs û Til Zihmaqê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Di vî şerî de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

DOR LI GUNDEKÎ HAT GIRTIN

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk her wiha dor li gundê Ebû Xeşeb girtin, ku ev gund bi 23 kîlometreyan li başûrê Mekmenê ye.