BI DÎMEN

Pêngava Xezeba Firatê: 3 gund û 4 gundik hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ber bi Reqayê ve diçin, 3 gund û 4 gundik rizgar kirin.

Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê di roja pêncemîn de dewam dike. Şerê ku duh danê sibehê li dora gundên El Rîhaniyan û Kebeş ên li rojavayê Reqayê û gundê Mişerfa yê li başûrê Reqayê dest pê kir, heta nîvê şevê dewam kir. Şervanên QSD'ê 3 gund û 4 gundikên li herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê, piştî rizgarkirinê li van gundan dest bi lêgerîn û karê paqijiyê kirin. Li gundê Kebeşê kalaşnîkovek, BKC, topa RPC, dûrbîn, bêtêlek û gelek cebilxane bi dest xistin. Her wiha cenazeyên 4 çeteyan li naverastê man.

Li gundê Mişerfa yê li başûrê Reqayê jî 13 cenazeyên çeteyan li naverastê man û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên Odeya Çalakiyan.

Di çarçoveya qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de şervanên Odeya Çalakiyan bi 10 kîlometreyan ji bakurê Reqayê ve bi pêş de çûn.