Pêngava Xezeba Firatê: 3 gund ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li bakurê Reqayê 3 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê, ku li bakurê Reqayê dest pê kir, di roja 7. de ye.

Li gundên Ûm Tenek, Bîr Cerba, Cerwa û Hetaşê, heta duh nîvê şevê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Piştî vî şerî gundên Ûm Tenek, Bîr Cerba û Cerwa ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Şerê li gundê Hetaşê jî dewam dike.

Şervanên QSD'ê her wiha sivîl ji herêma şer derxistin û birin herêmên ewle.

Gundên ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatine rizgarkirin, ji bermayînên çeteyan tên paqijkirin.

Di nava hefteyekê de 7 gund û 4 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.