NÛ BÛ

Pêngava Xezeba Firatê: 2 gund hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Kebîş a Rojhilat û Royal ên li bakurê Reqayê ne, rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê, ku di çarçoveya Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de ji bo rizgarkirina gundên Mezrea Hikumî, Kebîş a Rojhilat û Royalê dest bi operasyonê kirin, di encama şerekî giran de gundên Kebîş a Rojhilat û Royalê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê niha li van her du gundan lêgerînê dikin û gundan ji bermayiyên çeteyan paqij dikin.

Li vê herêmê, di şer de gelek çete hatin kuştin.

Li gundê Mezrea Hikumî jî operasyona rizgarkirinê dewam dike.