Pêngava Xezeba Firatê: 15 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên şervanên Odeya Çalakiyê yên li Til Semin û Siwediya Xerbî kirin û derba giran xwarin. 15 çete li vir hatin kuştin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên şervanên odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê yên li bajarokê Til Semin û gundê Siwediya Xerbî kirin.

Şervanan bersiv dan êrîşa çeteyan û li vê derê şerekî giran qewimî. Di encama vî şerî de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û êrîş hatin têkbirin.

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, hejmarek ji wesayîtên çeteyan rûxandin.