Pêngava Xezeba Firat: 46 çete hatin kuştin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundê Suwediyê ya Rojava, ku berî 3 rojan dest pê kirin, hatin têkbirin. Di vî şerî de herî kêm 46 çete hatin kuştin.

Gundê Suwediye ya Rojava ku li eniya rojava ya Reqayê ye, yek ji navenda êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bû. Çeteyên ku ji vê derê hêz û lojîstîk digirtin, êrîşên qadên ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ve hatibûn rizgarkirin, dikirin. Roja 7'ê Kanûnê Suwediye ya Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Çeteyan ji bo vê herêmê careke din dagir bikin, êrîş kirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya berî 3 rojan dest pê kir, bi temamî hatiye têkbirin. Di vî şerî de herî kêm 46 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî yên çeteyan hatin desteserkirin.