Pêngava Tebqa: 47 çete hatin kuştin

Di êrîşên îro û duh ên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakurêrojava û başûrê Tebqa û taxa Îskendaeriye lidar xistin de, rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin. Di şer de 7 êrîşkarên xwekuj, 47 çete hatin kuştin.

Operasyona şervanên Odeya çalakiyan a Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Tebqayê û bedava Firatê, bi şerê dijwar berdewam e. Çeteyên ku di bajar de asê mane, ji şevê din ve ji bo şikandina dorpêça QSD’ê, serî li her rêbazî dan û êrîşên dijwar pêk anîn.

Şevê din şervanên QSD’ê ji taxa îskenderiyê 500 metre û ji taxa Ayid Saxîr jî yek km pêşve çûn. Îro di tevahiya rojê de li herdu taxan, şerên kolanan bi dijwarî dom kirin. Di şerê ji şevê din heta niha dom dikin de, bi dehan çete hatin kuştin. Cenazeyên 15 çeteyan tevî 15 kalaşnikof û rextên wan, ketin deste şervanên QSD’ê.

LI BAŞÛRÊ TEBQAYÊ 10 ÇETE HATIN KUŞTIN

Çeteyan ji bo şikandina dorpêça li ser bajar, vê sibehê saet di 05.00’an jî êrîş birin ser gundê Ayid Kebîr ê li başûrê Tebqayê. Di encama bersivdayîna şervanan de, li gund û derdora wî, şerên giran qewimîn. 5 çeteyan xwestin bikevin nava gund û xwe bi sivîlan de biteqînin. Ji bo parastina sivîlan, şervanan berxwedaneke bêhempa dane meşandin û her 5 êrîşkarê xwekuj bêbandor kirin. Di encama şerê zêdetirî 3 saetan dom kirin de, gelek çete hatin kuştin. Ji bilî çeteyên xwekuj, cenazeyên 5 çeteyan tevî 4 çekên kalaşnikof û 4 rextan ketin destê şervanan.

ÊRÎŞA HERÎ GIRAN HAT ŞIKANDIN: 22 ÇETE HATİN KUŞTİN

Li bakurêrojavayê bajarê Tebqayê li herêma di navbera Cezîre û bajar de, çeteyên DAIŞ′ê saet di 17.20′an de bi çekên giran êrîşî çeperên şervanên QSD′ê kirin. Ev êrîşa çeteyan di du heftyên dawî de êrîşa herî giran bû. 2 êrişkarên xwekuj ku xwestin xwe bi şervanan de biteqînin hatin kuştin. Lê ji ber zêdebûna êrîşên xwekuj, şervanên QSD’ê neçar man qedemeyekê paş de bikişin.

Şervanên QSD’ê cihê ku xwe jê vekişandin, dîsa ji dest çeteyan girtin. Zêdetirî 20 çeteyên ku li hember şervanan nikaribûn xwe ragirin, di avahiyekê de asê man. Ev avahî ji aliyê balafêrên Koalisyona Navnetewî ve hat bombebarankirin. Di encamê de avahî bi ser serê çeteyan de hilweşiya û cenazeyên her 20 çeteyan di bin de man.

Piştî ku 20 çete di avahiyê de hatin kuştin, êrîşa çeteyan sist bû û şerê ku heta saet 21.00’an bênavber dewam kir, bi temamî hat şikandin.

Di şer de 6 şervanên QSD’ê birîndar bûn. Ji wan 6 birîndaran rewaş 2 şervanan giran bûn, di dema gihadina nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê hê jî şerê dem kurt didomin.